4’ê Nisanê 1949:
Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li gundê Amara yê Navçeya Xelfetî ya Rihayê hate dinê. Navê dayîka wî Uweyş, navê bavê wî Omer e. 4 ji wan keç bi giştî 7 zarokên malbatê hene. Serokatî zarokê 4’emîn a malbatê ye. Ji wî mezintir 3 xwûşkên wî hene. Zarokatiya wî li gundê Amarayê derbas bûye. Dibistana seretayî di navbera salên 1957-1962’an de li gundê Cibînê xwendiye. Dibistana navîn di navbera salên 1962-65’an de li Nîzîpê, lîseyê jî di navbera salên 1965-69’an de li Lîseya Pîşeyî ya Tapu Kadastro ya Enqereyê xwendiye. Li gund zêdetir di bin bandora olê de çandeke civakî hatiye girtin. Dema li Lîseya Pîşeyî ya Tapu Kadastro ya Enqereyê xwendekar e fikrên sosyalîst nas dike.
Payîz 1969-Havîn 1970:
Rêber Abdulah Ocalan li ser xeta Amed-Peyas-Erxeniyê salekê karmendiya tapu kadastroyê dike. Piştî Riha û Enqereyê bajarê navendî yê Kurdistanê, Amedê jî nas dike. Li vir fikrên azadiya Kurdan nas dike.
Sala Serdema Perwerdehiya 1970-1971:
Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan kete Fakûlteya Hiquqê ya Zanîngeha Stenbolê û li vir salekê xwend. Piştî Riha, Enqere û Amedê Stenbolê jî nas kir. Bû endamê Ocaxên Çanda Şerqî ya Şoreşgerî (Devrîmcî Doğu Kültür Ocakları) û tevlî xebatên wê bû. Mahîr Çayan û hevalên wî li Stenbolê nas kir û bû sempatîzanên wan.
12’ê Adarê 1971:
Li Tirkiyeyê derbeya leşkerî çêbû. Serokatiya Fermandeya Giştî muhtira da û Hikûmeta Silêman Demîrel hate xistin. Di bin Serokatiya Wekilê CHP’ê Nîhat Erîm de hikûmeteke taybet ê ji teknokratan pêk tê hate avakirin. Vê hikûmetê ji bo perçiqandina hêzên azadixwaz, demokrat û sosyalîst di bin navê ‘Hereketa Balyozê” de bernameyekê xiste meriyetê û kontrgerîla bi kar anî. Di pêvajoya derbeyê de Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li Stenbolê xwendekar bû.
Sala Serdema Perwerdehiya 1971-1972:
Rêber Abdulah Ocalan mafê derbasbûna Fakûlteya Zanistên Siyasî yên Zanîngeha Enqereyê bi dest dixe û derbasê vê zanîngehê dibe. Bi vî awayî piştî 2 salan dîsa tê Enqereyê, paytexta TC’ya dagirker.
30’ê Adarê 1972:
Rêberê Eniya-Partiya Rizgariya Gelê Tirkiyeyê (Türkiye Halk Kurtuluş Partisi-Cephesi) Mahîr Çayan û neh hevalên wî li gundê Kizildereyê yê Tokat-Nîksar a Behra Reş ji hêla Artêşa TC’yê ve hatin qetilkirin. Ji bo astengkirina darvekirina Denîz Gezmîş û hevalên wî sê teknîsyenê biyanî girtibûn. Ji qetlîamê bi tenê Ertugrul Kûrkçû xilas dibe û tê girtin.
7’ê Nîsanê 1972:
Bi armanca şermezar kirina qetlîama Kizildereyê li SBF`ê (Fakûlteya Zanistên Civakî) boykot hate kirin û belavok hatin belavkirin. Yek jî pêşengên çalakiyê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di çalakiyê de hate girtin. Qasî 7 mehan di Girtîgeha Mamakê de ma.
6’ê Gulanê 1972:
Rêberên Artêşa Rizgariya Gelê Tirkiyeyê (Türkiye Halk Kurtuluş Ordusu) Denîz Gezmîş, Hûseyîn Înan û Yusuf Aslan li Enqereyê hatin darvekirin. Di vê demê de Rêber Abdulah Ocalan li Girtîgeha Mamakê girtî bû.
24’ê Cotmehê 1972:
Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji ber kêmbûna delîlan serbest hate berdan. Dema ji girtîgehê derdikeve, li ser esasê pêşniyara hevalê xwe yê ji Behra Reş, bi navê Sadrî diçe mala Hakî Karer û Kemal Pîr yê di navbera Emek û Bexçelîevlerê de dîmîne. Êdî tu caran ji hev qut nabin. Rêber Abdulah Ocalan nêzîkê du salan li vê malê ma û kar kir. Li ser vê bingehê Zayîna Ewil a Rêbertiyê pêşket. Rêber Abdulah Ocalan tespîta xwe ya “Kurdistan di bin mêtîngeriyê de ye” li vir kir. Vê fikrê cara destpêkê dema bi Hakî Karer re parve dike ji ser hişê xwe ve diçe.
Piştî Newroza 1973:
Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi pêvajoya bihara Newrozê re, li qeraxa Bendava Çûbûkê yê av dide Enqerê, bi şeş xwendekarên Kurd ên zanîngehê re civîn kir. Ev dendika ewil a rêxistinbûna PKK yê. Ji vê komê re jî tesbîta xwe ya “Kurdistan di bin mêtîngeriyê de ye” dibêje. Bi vî awayî cara ewil xebata komî dide despêkirin. Di civînê de ji bilî Rêbertî, Alî Haydar Kaytan, ji Dêrsîmê Musa Erdogan, ji Hîlvanê Mustafa Aksakal, Ji Elezîzê Halîl Aslan û ji Vartoyê Îsmaîl Bîngol hebûn. Seranserê sala 1973’an wekî komeke wiha ya Kurdistanî di nava xwendekarên zanîngehê de xebatên propaganda-ajîtasyonê hatin meşandin. Ji bilî Alî Haydar Kaytan yên din ji komê yek bi yek qut bûn.
18’ê Gulanê 1973:
Rêberê Partiya Komûnîst a Tirkiyeyê Marksîst-Lenînîst (TKP-ML) Îbrahîm Kaypakaya li Dêrsîmê bi birîndarî hate girtin, li Zindana Amedê bi îşkenceyê hate qetilkirin. Di vê pêvajoyê de Rêber Abdulah Ocalan li Enqereyê xebata rêxistinkirina komê dabû destpêkirin û vê xebatê dimeşand.
Çile-Nîsan 1974:
CHP di hilbijartina 14’ê Cotmehê ya 1973’an de dibe partiya yekemîn. Bi partiya Necmetîn Erbakan MSP’ê re hikumeta koalîsyonê ava dike. Ji girtiyên siyasî yên bi derbeya leşkeri ya 12’ê Îlonê hatine girtin re efûya giştî derdixînin. Hejmareke zêde rêxistin û kadroyên şoreşger ji zindanan derdikevin û ji nû ve pêvajoya xwe rêxistinkirina hêzên şoregerî pêşket. Di 8`ê Nîsana 1974’an de bi encama nîqaşên hatine meşandin û civîna di asta konferans de pêkhatiye talimatname û bernameyeke hevpar derkete holê, rêveberiyeke hevbeş hate diyarkirin. Wekî fermî jî li Komeleya Perwerdeya Bilind a Demokratîk yê Enqereyê (ADYOD) ku ji hêla ciwanên Partiya Karkerên Sosyalîst a Tirkiyeyê ve di destpêka sala 1974’an de hatiye damezrandin meşandina xebatan tê esas girtin. Rêber Abdulah Ocalan pêşengtiya xebatan kir û Hakî Karer jî di nav rêveberiya komeleyê de cihê xwe girt.
1’ê Cotmehê 1974:
Dema zanîngeh vedibin, ADYOD li Enqereyê ji deh hezarî zêdetir belavok belav dike. Di navbera faşîst û ciwanên şoreşger yên belavok belav dikin de pêvçûn çêdibin. Divê çalakiyê de Rêber Abdulah Ocalan erkê xwe bi serkeftî pêktîne û rêveberên din ên komeleyê rexnedayîn didin.
4’ê Kanûn’ê 1974:
ADYOD ê ku çalakiyên aktif ên ciwanan dimeşîne ji hêla polîsan ve bi biryara hukûmetê tê girtin, 162 ciwan di serdegirtina komeleyê de têne binçav kirin, sê rojan li qereqolê di bin çavderiyê de dimînin û pişt re têne girtin. Hefteyekê di Zindana Mamakê de dimînin. Di nava girtiyan de Rêber Abdulah Ocalan û Alî Haydar Kaytan jî hene.
Çile 1975:
Li şûna ADYOD’ê Komeleya Perwerdeya Bilind a Enqereyê (AYOD) hate damezrandin. Koma “Kovara Riya Şoreşgerî” pişta xwe de hejmara delegeyên zêde û bi vî rengî di reveberiya AYOD’ê de bi tena serê xwe cih girt. Rêber Abdulah Ocalan vê nêzîkatiya teng, sosyal-şoven rexne kir û ji ber vê tevlê xebatên komeleyê nebû. Di nava ciwanên xwendekarên Enqereyê de xebatên xwe rêxistinkirinê meşand. Xebatên li ser esasê propaganda, civîn, perwerde, lêkolînên teorik dihatin meşandin encam dan û ji derve ve ev kom wekî koma “Apociyan,” hate nasîn, ji xwe re jî digotin “Şoreşgerên Kurdistanê,” bi vî awayî koma îdeolojîk a destpêkê ya PKK çêbû.
6’ê Gulanê 1975:
Bi erêkirina Amerîkayê jî dewletên Îran û Iraqê li Cezayîrê bi peymanekê dawî li şer anîn. Beramberê tawîzên rêveberiya Iraqê, dewleta Îranê jî dev ji piştgirî dayîna PDK`ê berda. Ji ber vê Rêveberiya Mesut Barzanî ‘aşbetal’ îlan kir û vekişiya Îranê. Celal Talabanî û hevalên wî jî YNK’ê damezrandin, lê YNK’ê nekarî li Başûrê Kurdistanê bimîne, ji ber vê di pêvajoya 1976-77’an de xwest li ser Botanê re derbasê Suriyeyê bibe. Di vê pêvajoyê de Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li Bakurê Kurdistanê xebatên xwe yên rêxistinkirina komeke nû ya şoreşgerî zêde dikir, bi vî hewildanê dixwest bandora şikestina Başûrê Kurdistanê ji holê rake û berxwedana Azadiya Kurdistanê bi xisleta (karakter) serkeftinê tacîdar bike. Di vê çarçoveyê de Rêber Abdulah Ocalan di nava sala 1975’an de li Bakurê Kurdistanê bi hemû kom û rêxistinên Kurdistanî re hevdîtinan kir, ji van rêxistin û koman xwest ‘li ser esasê eniyeke hevpar kar bidin meşandin û xwe rêxistin bikin.’ Lê ev pêşniyar ji hêla hemû rêxistin û koman ve hate red kirin. Li ser vê esasê koma Apoyî, bi armanca ku bibe partî, wekî kom pêvajoya biryara vegera welat pêşxist.
…Çile 1976:
Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, li Enqere Dîkmenê li mala xwendekarên Sîverekî (Girê sor) civîna nirxandina xebatên salekê dike. Qasî 20 berendamên kadro tevlê civînê dibin. Tê diyarkirin ku xebatên li Enqereyê encam dane, lazim e daneheva şoreşgeriya derketiye holê ber bi Kurdistanê ve bê birin, biryara çûyîna Kurdistanê tê girtin. Ji xeynî vê ji bo fermiyeta komê wekî gaveke pêş Hakî Karer û Kamer Ozkan erkê cîgirtiya Rêber Abdulah Ocalan digirin. Bi vî awayî wê Koma Apoyî ji hêla sê kesî ve bihata kordînekirin.
18’ê Gulanê 1976:
Xwendekarê Zanîngeha Hacettepeyê, sempatîzanê komê Fevzî Aslansoy ji hêla faşîstan ve li nêzîkê zanîngehê tê qetilkirin. Rêber Abdulah Ocalan cenazeyê bi destê xwe bi xwe dibe Pirsusê, bi tevlêbûna 10 hezar kesan merasîma cenazeyekî mezin tê kirin. Di cenazeyê de cara yekemîn dirûşmeyên “Bimre Mêtîngerî” û “Bijî Serxwebûn” hatin avêtin û pankartên wî hatin rakirin; li ser vê esasê belavok hatin belavkirin û bi cendirme re pêvçûn çêbûn. Ev merasîm yekem çalakiya girseyî ya koma Şoreşgerên Kurdistanê bû û bi vî awayî vegera welat li ser bingehekî şoreşgerî pêşketibû. Çalakiyê li derdor bandoreke mezin kir. Di vê çalakiyê de rêheval M. Hayrî DURMUŞ, Kemal PÎR û Mustafa Gezgor jî di navê de nêzîkê 40 şoreşger hatin girtin, ew birin Zindana Amedê. Li ser vê esasê zindan jî bû qada propagandayê.
3’yê Tîrmehê 1976:
Alî Doxan Yildirim ê li Enqere Tuzluçayirê tevlê komê bibû, ji ber qeza şehîd ket. Cenzaye wî birin Dêrsîmê, cihê lê dayîk bûye. Şehîdê ewil ê komê ye, ji ber vê ciheke cuda girt.
31’ê Kanûnê 1976- 1’ê Çileyê 1977:
Li mala Pîlot Necatî Kaya ya li Enqere Dîkîmevî, civîna nirxandina xebatên salekê hate kirin. Ev civîn ji hêla Rêber Abdulah Ocalan ve hate rêvebirin. Seranserê sala 1976’an, li herêmên cuda yên Kurdistanê encamên xebatên hatine meşandin erênî hatin ditîn, bi navê “Yekîtiya Ciwanên Şoreşgerên Kurdistanê” biryara mezinkirina xebatan hate girtin.
7’ê Adarê 1977:
Li Dêrsîmê endamê Koma Apoyî, xwendekarê lîseyê Rêheval Aydin Gul ji hêla endamên koma bi navê “Rizgariya Gel” ve hate şehîd xistin. Bûyerên wiha li dijî xeta sosyal-şoven têkoşîna bîrdoziyê pêşxist, mezin kir.
Adar-Gulan 1977:
Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, roja 12’ê Adarê li cihê Yekîtiya Endezyar û Mîmarên Enqereyê dest bi civînên kadro kir, pişt re li herêmên cuda yên Kurdistanê van civînan domand. Civîn li qadên Elezîz, Dêrsim, Çewlik, Serhed, Amed û Dîlokê çêbûn. Di her civînê de qasî 50-80 kadro û berendamên kadro cihê xwe digirtin. Di civînan de Rêber Abdulah Ocalan, bi awayekî nîzamî xeta polîtîk-bîrdozî û asta çarçoveya teorîk a komê ji kadroyan re wekî semîner nirxand. Civîna herî dawî û herî mezin di hefteya destpêkê ya meha gulanê de li Dîlokê kir û vegeriya Enqereyê.
1’ê Gulanê 1977:
Li Taksîma Stenbolê kontrgerîla êrîşê pîrozbahiyên Konfederasyona Sendikayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) kir û qetlîam pêkanî. 34 kes hatin qetilkirin, bi sedan kes jî birîndar bûn. Di nav van endamên kontrgerîla de kujerê Hakî Karer, Alaattîn Kapan jî heye, ev ji hêla çapemeniyê ve hate nivîsandin.
18’ê Gulanê 1977:
Rêber Abdulah Ocalan ji bo Şoreşgerê mezin Rêheval Hakî Karer ku li navçeya Ulubey a Orduyê hatiye dinê, got “wekî rihê min ê veşartî bû,” ev şoreşger ji hêla koma provakator-sîxûr “Stêrka Sor” ve bi êrîşekî plankirî hate qetilkirin. Di destpêka Hezîranê de polîs li Tuzluçayirê li ser mala Mustafa Karasu de girt, Rêber Abdulah Ocalan plana li Tuzluçayirê hatibû çêkirin bi sekna xwe vala derxîst. Kemal Pîr roja 3’yê Hezîranê li Enqereyê bi çek hate girtin. Di esas de MHP`ê dixwest li ser bingehê hedef girtina pêşketinên li Kurdistanê û di nava artêşê de xwe spartina bi hêzêkê derbeyeke faşîst pêş bixe. Lê derbe vala hate derxistin. Koma Apoyî peyama ji hêla dewletê ve hate dayîn fêmkir, êdî biryar hate girtin ku her cûre xebat li ser esasê parastina cewherî bê meşandin. Rêber Abdulah Ocalan ji bo qetilkirina Hakî Karer got “Me wisa hîskir ku ji ser serê me ava kelandî hatibe rijandin.” Rêber Abdulah Ocalan ji bo jiyanî kirina bîranîna Hakî Karer hem pêvajoya têkoşîna tolhildana şoreşgerî, hem jî pêvajoya partîbûnê da destpêkirin. Koma kûjer-kontrgerîlla hate cezakirin. Di navbera 1-11’ê Îlonê de Rêber Abdulah Ocalan li taxa Hoşgor a Dîlokê “pêşnûmeya(taslak) Programê” nivîsand.
21-22’yê Mijdarê 1977:
Li Amedê ji bo nîqaş kirina pirsgrêkên rêxistinbûnê û Pêşnûmeya Programê civînek hate kirin. Derdorê 20 kadro tevlê civînê bûn. Rêber Abdulah Ocalan dixwest xebatên rêxistinbûnê li ser esasê partîbûnê bêne pêşxistin, ji aliyê din ve Şahîn Donmez dixwest xebat di asta rêxistinbûna ciwanan de bê meşandin. Mazlum Doxan û hin heval piştgirî dan fikrên Rêber Apo. Gihîştin vê encamê ku heman nîqaş bi civînên wiha bêne domandin.
…Nîsan 1978:
Li Elezîzê ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên partîbûnê careke din civîn hate kirin. Di vê civînê de girîngiya xebatên partîbûnê hate destnîşan kirin û wekî organa weşanê bi awayekî îllegal ji bo derxistina kovara “Serxwebûn” “Lijneya Weşanê” hate erkdarkirin. Hejmara yekemîn a Serxwebûnê di destpêka serê meha Cotmehê de hate derxistin. Di hejmara yekemîn de Manîfestoya Riya Şoreşa Kurdistanê hate weşandin.
15-22’yê Gulanê 1978:
Ji bo bîranîna Rêheval Hakî Karer “Hefteya Çalakiyê” hate îlan kirin. Rêbêr Abdulah Ocalan bi navê “Bîranîna Hakî Karer” broşûrekê nivîsand. Broşûr piştî hate redaktekirin di nava rêxistinê de hate belavkirin. Ji Serhedê bigire heya Stenbolê li her qadê afîş hatin daliqandin, belavok hatin belavkirin. Li dijî polîs û faşîstan çalakiyên çekdarî çêbûn. Li ser vê bingehê şoreşgerê mezin Rêheval Hakî Karer ji raya giştî ya Kurdistan û Tirkiyeyê re hate naskirin.
19’ê Gulanê 1978:
Li navçeya Hîlvan a Rihayê li dijî koma şoreşger yê afîşan dialiqand çeteyê Silêmanan û polîs-faşîst bi hev re êrîş pêş dixin. Di vê êrîşê de pêşengê ciwanên Hîlvanê, Rêheval Halîl Çavgûn tê qetilkirin. MHP’ya faşîst dixwest Rihayê têxe destê xwe û hemû derfetên dewletê jî di dest de bûn. Rêber Abdulah Ocalan di nirxandina pêşxist de, qala pêwîstiya pêşxistina têkoşînê, têkoşîna tolhildanêke bi bandor kir. Li ser vê esasê berxwedana parastina cewherî ya Hîlvanê ku tam şeş meh domand, destpêkir. Berxwedan ji pir merheleyan derbas bû, roja 27’ê Mijdarê çeteyê Silêmanan teslîm bûn, bi vî awayî berxwedan gihişt serkeftinê.
24’ê Gulanê 1978:
Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, bi Kesîre Yildirim re bi awayek fermî dizewice. Li ser esasê diyarkirin û pêşxistina xeta jiyana tevgera Apoyî lêgerînekî bû. Rêber Abdulah Ocalan vê têkiliyê hem ji aliyê hestiyarî ve hem jî wekî hêz dayîna jina herî destpêkê tevlî bûye, wekî yekitiya Başûr-Bakur, civakên Elewî-Sûnî jî girte dest. Destpêkê Kesîre Yildirim û malbata wê li dijî vê têkiliyê sekinîn, lê pişt re qebûl kirin. Lê Kesîre Yildirim, piştî zewacê hertim nêzîkatiyeke bi pirsgrêk û klasîk nişan da û li ser vê esasê têkiliya heyî veguhert têkoşînêke hertimî. Li dijî têkoşîna heyî Rêber Abdulah Ocalan ê bi xeta jiyana azad bersiv dide, destnîşankir ku ev têkoşîn jê re bûye perwerde û li dijî ferzkirina têkiliya klasik, azadiya jinê û xeta azadiyê pêşxistiye.
…Tîrmeh 1978:
Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, li Amed, semta Şehîdlîkê Manîfestoya bi navê “Riya Şoreşa Kurdistanê” nivîsand û “têkoşînê li ser bingehê tundiya şoreşgerî li dijî kesayet, sazî û dezgeyên bûne sîxûr” wekî stratejiya têkoşîna pêvajoya partîbûnê diyarkir.
11’ê Tebaxê 1978:
Rêheval Kemal Pîr li navçeya Pazarcix, Nahiya Narliyê hate girtin.
26-27’ê Mijdarê 1978:
Li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê, Kongreya Damezrandinê çêbû, di vê kongreyê de Partiya Karkerên Kurdistan(Kürdistan Îşçî Partîsî)-PKK hate damezrandin. Ji 25 delegeyan 22 delege tevlê kongreyê bûn. Delegasyona Hîlvanê ku serkêşiya wê Mehmet Karasungur dikir ji ber pêvajoya girîng a li Xelfetiyê tevlê kongreyê nebûn. Di Kongreyê de 2 delegeyên jin hebûn. Kongreyê Program, Rêzikname û Manîfestoya ji hêla Rêber Abdulah Ocalan ve hatiye nivîsandin pejirand. Pêvajoyê û mijarên di rojevê de nirxand. Ser taybetmendiyên bûyîna partiya fermî sekinî. Rêber Abdulah Ocalan wekî Sekreterê Giştî, Mehmet Karasungur û Şahîn Donmez jî wekî cîgirê wî hatin hilbijartin. Bi vî awayî Kongreyê, Lijneya Rêveberiya Navendî ya ji 3 kesî pêk tê diyarkir. Di rêziknamê de hejmara Komîteya Navendî 7 bû, ji ber vê Kongreyê erkê diyarkirina 4 endamên din jî da Rêber Abdulah Ocalan. Di nava şertên pir giran de Kongreya Damezrîner a PKK`ê bi serkeftî pêkhat. Kesên ku di Kongreyê de cihê xwe girtine wiha ne: Abdulah Ocalan, Mazlûm Doxan, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Sakîne Cansiz, Seyfetîn Zoxûrlû, Alî Haydar Kaytan, Cemîl Bayik, Dûran Kalkan, Abdulah Kûmral, Kesîre Yildirim, Hûseyîn Topgûder, Mehmet Cahît Şener, Bakî Karer, Resûl Altinok, Alî Çetîner, Ferzende Taxaç, Sûphî Karakûş, Şahîn Donmez, Mehmet Tûran, Alî Gûndûz, Farûk Ozdemîr û Abbas Goktaş.
13’ê Kanûnê 1978:
Piştî Kongreya Yekemîn, Rêveberiya Navendî civîna xwe ya yekemîn li Amedê kir. Encamên Kongreyê û pêvajo hate nirxandin. Ji ber meşandina xebatên leşkerî Mehmet Karasungur ji endamtiya Rêveberiya Navendî derket û vê erkê Cemîl Bayik girt.
19-24’ê Kanunê 1978:
Di çarçoveya projeya qirkirina Kurdbûna li Rojavayê Firatê ji hêla kontrgerîla ve li Gurgumê (Mereş) qetlîam hate kirin. Hedef li Gurgumê tinekirina Kurdên Elewî bû. Li ser vê esasê bi sedan mirov hatin qetilkirin, bîrîndar bûn û bi deh hezaran kes ji Gurgumê hatin nefîkirin(sûrgûn). Mal û kargeh hatin şewitandin. Ji ber vê Hikûmeta Bulent Ecevît 13 li Kurdistanê bi giştî li 16 bajaran îdareya orfî (sıkı yönetim) îlan kir. Rêber Abdulah Ocalan qetlîamê li dijî damezrandina PKK`ê wekî bersivdayîn girte dest û li ser vê bingehê diyarkir ku Dewleta TC’yê ketiye nava pêvajoya derbeyekî leşkerî ya nû, ji ber wê yekê pêwîst e hemû amadekarî li ser vê esasê, li dijî derbeyê bêne kirin. Ev destgirtin wekî broşûrekê bi navê “Li ser Qetlîama Gurgumê Nirxandin” hate amadekirin û di kovara Serxwebûnê de wekî hejmara taybet hate weşandin.
5’ê Çileyê 1979:
Piştî Kongreyê Komîteya Navendî civîna xwe ya yekemîn li Amedê kir. Rêber Abdulah Ocalan, li ser esasê rayeyê(yetkî) ku kongreyê dayê wekî endamên Komîteya Navendî, Mehmet Hayrî Durmuş, Mazlum Doxan û Bakî Karer diyar kir. Jixwe Cemîl Bayik ji berê ve hatibû diyarkirin. Komîteya Navendî bi sê endamên Rêveberiyê ku ji hêla Kongreyê ve hatibûn diyarkirin, giştî bi heft kesan civîna xwe ya destpêkê kir. Di civînê de li ser qetlîama Gurgumê hate sekinandin û rêxistinbûna partiyê û xebatên pratîkî yên bêne meşandin hatin plankirin.
1’ê Sibatê 1979:
Civîna duyemîn a Rêveberiya Navendî li Amedê hate kirin. Di civînê de biryar hate girtin ku Danezana(bîldîrge) Damezrandina PKK’ê bê amadekirin, remz û navê partiyê jî piştî vê civînê di civîna destpêkê de bêne destgirtin.
Sibata 1979:
Rêber Abdulah Ocalan, Li avahiya Gunaydin a Semta Ofîsê ya Amedê “Danezana Damezrandina PKK´ê” nivîsand. Danezan, ji hêla Komîteya Navendî ve hate redaktekirin. Destpêkê wekî namilke (broşûr) hate çapkirin û piştî destpêka Gulanê bi awayekî veşartî ji kadroyan re hate belavkirin, pişt re jî roja 30’ê Tîrmehê beşa bangawazî û rêgezên Danezanê wekî namilke ji gel re hate belavkirin.
5’ê Nîsanê 1979:
Komîteya Navendî ya PKK´ê civîna xwe ya duyemîn li avahiya Gunaydin a Semta Ofîsê ya Amedê kir. Rewşa siyasî û pêşketinên rêxistinî-pratîkî yên li Kurdistanê nirxand. Danezana Damezrandinê ya ji hêla Rêber Apo ve hatibû amadekirin pejirand û navê PKK´ê zelal kir. Van biryaran ji Yekeya Çapemeniya Navendî re şand. Wekî gaveke teqtîkî ya pêvajoyê li dijî serçete M. Celal Bucak li Sîverekê biryara pêşxistina têkoşînê hate dayîn, rêxistinbûna Komîteya Navendî û Partiyê hate plankirin. Ji bilî Sekreteryaya Giştî biryara avakirina “Komîteya Rêxistinbûnê”, “Komîteya Weşana Navendî” û “Komîteya Leşkerî ya Navendî” hate dayîn. Girêdayê van Komîteyên Navendî erkdar kirin çêbûn. Li ser vê esasê ji Komîteya Rêxistinbûnê re Cemîl Bayik, Şahîn Donmez û Bakî Karer; ji Komîteya Weşana Navendî re Mazlum Doxan, Duran Kalkan û Kesîre Yildirm; ji Komîteya Leşkerî ya Navendî re Mehmet Karasungur, Riza Altun û Fehmî Yilmaz hatin erkdarkirin. Lijneya Rêveberiya Navendî jî di civîna xwe ya 27’ê Nîsanê de, piştî 1’ê Gulanê encamên berfirehkirina îdareya orfî digire dest û li gorî vê pergala xwe bi cih kirinê, parastinê dinirxîne.
12-17’ê Gulanê 1979:
Di çarçoveya pêvçûna di navbera faşîst û şoreşgeran de, di operasyona ji hêla Walîtiya Elezîzê ve tê rêveberin de Şahîn Donmez, Hamîlî Yildirim, Sakîne Cansiz, Aytekîn Tuxluk û Alî Gûndûz têne girtin. Şahîn Donmez, li ser navê Navendê li Qada Bakur xebatên rêxistinbûna partiyê dida meşandin. Hevalên din jî Komîteya Elezîz a PKK´ê ava dikirin, ev Komîte nû dihate rêxistinkirin. Dema Şahîn Donmez tê girtin yekser teslîm dibe. Di derbarê PKK’ê de çi agahî hebin hemû dide Dewleta TC’yê. Bi vî awayî Dewleta TC’yê damezrandina PKK´ê, Kongreyê fêr dibe. Serokwezîrê TC’yê Bulent Ecevît piştî operasyona Elezîzê bi daxwuyaniyeke hemû derfetên dewletê ji bo girtina Rêber Abdulah Ocalan seferber dike. Di vê pêvajoyê de Rêber Abdulah Ocalan li Qoserê bû. Dema bûyerê dibihîze derbasê navenda Rihayê dibe. Pêşketinan ji li vir şopand û arastekir.
5’ê Hezîranê 1979:
Piştî girtinên Elezîzê civîna Rêveberiya Navendî ji hêla Rêber Apo û Cemîl Bayik ve li Rihayê hate kirin. Şûna Şahîn Donmez Duran Kalkan ji bo Rêveberiya Navendî hate erkdarkirin. Rêber Apo, di meha Hezîranê de ji bo rêxistinkirina çalakiya li dijî Bucak û rêxistinkirina gerîla Mehmet Karasungur dibîne û Pêşnûmeya Talîmatnameyekî (Yönetmelik Taslağı) amade dike. Ji bo ji nû ve sazkirina Navenda Partiyê bi Mazlum Doxan, Cemîl Bayik û Duran Kalkan re hevdîtin kir, nîqaşan da meşandin. Li gorî pêşketinên rewşa nû rêxistinbûn û amadekariyan ji nû ve kir. Ev rewş, li ser biryar û fikra derketina derveyî welat rol û bandorekê diyarker lîst.
1’ê Tîrmehê 1979:
Civîna Rêveberiya Navendî ya ji Rêber Apo, Cemîl Bayik û Duran Kalkan pêk dihat li Rihayê hate kirin. Biryara ji nû ve rêxistinkirina Komîteya Navendî hate girtin, dîsa guhertina cihê kadroyên deşîfre bûne, di demeke guncav de îlana demazrandina partiyê û biryara derbasbûna Rêber Apo li Rojavayê Kurdistanê hatin dayîn.
2’yê Tîrmehê 1979:
Rêbêr Abdulah Ocalan bi Rêheval Ethem Akcan re li ser Pirsusê re derbasê Kobanî bû. Ji bo ewlehiyê derdiket derveyî sînorên TC’yê û dixwest pêşketinan li ser sînor araste bike. Wê li gorî derfetan jî ji bo pêşxistina têkiliyên herêmî xebat kiriba. Li ser vê esasê di demeke kurt de di ser Şamê re derbasê Lubnanê bû, bi rêxistin û Kurdên li wir re, dîsa bi rêxistinên Fîlîstînî re li gorî derfetan têkiliyan pêşxist. Li ser vê bingehê derfetên perwerdekirina gerîla avakir, şertên xebat û mayîna Beyrutê afirand.
30’ê Tîrmehê 1979:
PKK, ji Serhedê bigire heya Stenbolê, li her cihê Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, li her qadê bi belavkirina 30 hezar belavokan damezrandina xwe îlan kir. Di serî de kedkar, ciwan û jin hemû gelê welatparêzê Kurdistanê ji bo azadiyê banga berxwedanê kir. Heman roj li Sîverekê li dijî wekîlê Partiya Edeletê Mehmet Celal Bucak li Hîlvanê Gundê Kirbaşi çalakiya serdegirtinê hate kirin. Bucak ji çalakiyê bi birîneke sivik xilas dibe û pişt re bi piştgiriya dewletê li dijî PKK´ê dikeve nava êrîşê. Di çalakiyê de yek jî pêşengên Berxwedana Hîlvanê Rêheval Salih Kandal şehîd ket. Çalakî ji hêla leşkerî ve serkeftî nebe jî îlana PKK´ê bi hêztir kir û bandoreke siyasî ya mezin derxiste holê. Rêveberiya PKK´ê ji hêla derfetên leşkerî ve wisa zêde gurçûpêç nebe jî hemû derfetên heyî li dijî çetegeriya M. Celal Bucak seferberê têkoşînê kir. Bi vî awayî di dîrokê de pêvajoya têkoşîna ku wekî “Berxwedana Sîverekê” tê zanîn pêşket. Di vê demê de Rêber Abdulah Ocalan li xeta Suriye-Libnanê bû û bûyeran li wir fêr bû. Li ser esasê sererastkirina hedef, şêwaz û teqtîkê ji Komîteya Navendî re talîmateke berfireh rêkir. Lê ji ber ku talîmat bi Mazlum Doxan re tê girtin nagihe destê Komîteya Navendî.
9-10’ê Îlonê 1979:
Pêşengên Berxwedana Sîverekê Rêheval Cuma Tak, Ebdurehman Manap, Alî Çat, Sadun Demîrkoç û Cuma Bozkoyun ji hêla çeteyên Bucak ve li Gundê Axşûnê têne qetilkirin. Cenazeyên wan diavêjin çemê Firatê.
…Îlon 1979:
Bi daxwaza Rêber Abdulah Ocalan koma ewil ku ji 15 kesan pêk dihat ji bo dîtina perwedeya gerîla ji qada Lubnan-Fîlîstînê re hatin şandin. Di nava komê de Mahsum Korkmaz, Delîl Doxan û Seyfetîn Zoxurlu jî hebûn. Di heman pêvajoyê de Kemal Pîr jî ji girtîgeha Rihayê reviyabû, ew jî bi heman armancê derbasê qada Lubnan-Fîlîstînê bû.
1’ê Cotmehê 1979:
Rêheval Mazlum Doxan dema bi Yildirim Merkît û Aysel Çûrûkkaya re diçin civîna Komîteya Navendî, dema derketina ji navçeya Wêranşar ya Rihayê têne girtin. Wextê hate girtin nasnameya bi navê ‘Îbrahîm Şenol’ ser hebû, qeyda vê nasnameyê li ser nifûsa Hîlvanê bû. Talîmata ji hêla Rêber Abdulah Ocalan ve ji bo Komîteya Navendî hatibû nivîsandin li ser hate girtin. Dewleta TC’yê ji vê talîmatê fêrbû ku Rêber Abdulah Ocalan derketiye derveyî welat.
…Cotmeh 1979:
Piştî Mazlum Doxan hate girtin civîna Komîteya Navendî hate taloqkirin, ev civîn pişt re di orteya meha Cotmehê de li Dêrîkê hate kirin. Ji ber ku talîmata Rêber Abdulah Ocalan ketibû destê dijmin, negihiştibû destê hevalan Civîna Navendî lawaz ma. Di civînê de bi taybet rewşa rêxistinbûna partiyê, êrîşên dijmin, pirsgrêk û pêşketinên berxwedana Sîverekê hatin nirxandin û hin erkdarkirin çêbûn. Di heman demê de M. Hayrî Durmuş ji bo meşandina xebatên Rêveberiya Navendî guncav hate dîtin. Encamên civînê ji hêla Rêber Abdulah Ocalan û Cemîl Bayik ve bi devkî hatin raporkirin.
11’ê Mijdarê 1979:
Dewleta TC’yê li dijî sempatîzan û kadroyên PKK´ê dest bi girtinên girseyî kir. Di serî de Hîlvan û Sîverekê li hemû bajar û qezayên Bakurê Kurdistanê pir kesan girt û îşkence kir. Di nava van êrîşên de, şeva 29’ê Mijdarê li Qoserê di malekî de Rêheval Mehmet Hayrî Durmuş û Ferhat Kurtay bi hev re hatin girtin. Roja 12’ê Mijdarê jî Serokê Şaredariya Elihê Rêheval Edîp Solmaz ku mehek berê di hilbijartinên xwecihî de hatibû hilbijartin, ji hêla kontrgerîla ve hate qetilkirin. Rêber Abdulah Ocalan ji ber negirtina ewlehiya serokê şaredariyê, rêveberiya eleqeder bi awayekî hişk rexne kir.
Mijdar-Kanûn 1979:
Cemîl Bayik, derbasê qada Lubnan-Fîlîstînê dibe, encamên civîna Komîteya Navendî ji Rêber Abdulah Ocalan re rapor dike. Rêber Abdulah Ocalan, di meha Kanunê de Rêheval Mehmet Karasungur ji bo meşandina xebatên Rojhilatê Kurdistanê erkdar dike, şerê Sîverekê dide sekinandin û ji welat ji bo perwerde kadro dixwaze. Dîsa xwest ku kordînasyona pratîkî ya welat bê guhertin. Li ser vê esasê di mehên Çile û Sibatê de ji bo perwerde ji qada Lubnan-Fîlîstînê re komên nû hatin şandin.
…Çile 1980
Rêxistinên Riya Azadiyê (Özgürlük Yolu), DDKD û KUK bi navê “Yekîtiya Hêza Demokratîk a Netewî (UDG)” ji bo “PKK Mêrdînê derbas neke û nekeve Botanê” têne cem hev, li dijî PKK’yê dest bi êrîşên çekdarî dikin. Êrîş destpêkê li Serê Kaniyê çêbûn, ev êrîş bi artêş û îstîxbarata TC’yê re hatin meşandin. Li ser vê bingehê Roja 28’ê Adarê 1980’an de Artêşa TC’yê li Dêrîkê êrîşê gundê şikestûnê dike, di navbera hêzên artêşê û kadroyên PKK’ê de pêvçûn çêbûn. Di pêvçûna heyî de 3 efserên TC’yê têne lêdan, li derveyî vê endamên Komîteya Mêrdînê ya PKK’ê Rêheval Ahmet Kurt, Mehmet Kurt û Selman Doxru bi sê welatparêzan re şehîd dikevin. Pêvçûnan heya payîza 1980’an berdewam kir, Rêber Abdulah Ocalan piştî ku bi Partiya Komûnîst a Iraqê re hevdîtin çêdike dikare êrîşên bide sekinandin. Pêvçûn zêdetir li Riha, Mêrdîn, Amed û Êlihê çêdibûn, di van pêvçûnan de nêzîkê 70 alîgir û kadroyên PKK´ê şehîd ketin.
21-28’ê Nîsanê 1980:
Li dijî êrîşên Dewleta TC’yê bi armanca mezin kirina çalakiyên berxwedanê bi navê “Hefteya Sor” hefteya çalakiyê hate îlankirin. Di nava hefteyekê de mezin-biçûk derdorê 120 çalakî hatin kirin.
…Gulan 1980:
Li Lubnanê ji bo girseya gelê Kurd û Fîlîstînê şeva çanda Kurd hate kirin. Şivan û Gulistan jî di navê de Rêheval Delîl, Hecî Musa û kadroyên PKK´ê yên perwerde dibînin jî tevlê şevê dibin. Çalakî ji hêla Rêber Abdulah Ocalan ve tê rêxistin kirin, ji aliyeke din ve jî ev çalakî dibû girtina(dawîkirin) perwerdeya serdema ewil a gerîla.
Gulan-Hezîran 1980:
Gerîlayên li qada Lubnan-Fîlîstînê perwerde dîtine wekî sê qefle(kom) vegera Bakurê Kurdistanê dikin. Koma di bin fermandariya Mehmet Sevgat de derbasê xeta Semsûr û Bakur Rojhilatê Torosan dibe. Koma di bin fermandariya Delîl Doxan derbasê xeta Dêrsîmê dibe, koma di bin fermandariya Kemal Pîr û Mahsum Korkmaz de jî derbasê xeta Sêrt-Botanê dibe. Bi vî awayî hemû kom gihiştin cihê xwe û xebatên amadekirina gerîla dane destpêkirin. Ev xebat, li dijî derbeyeke muhtemel a leşkerî jî dihat wateya xwe amadekirinê. Di heman demê de Fermandariya Botanê erka biryargeha navendî jî didît.
12’ê Tebaxê 1980:
Mahsum Korkmaz û Kemal Pîr li Sêrtê dema di rê de bi erebeyekê diçin dikevin kemîna dijmin, Kemal Pîr bi awayekî bêhiş dîl dikeve destê dijmin. Mahsum Korkmaz jî bi birîndarî xilas dibe. Dewleta TC’yê bi girtina Kemal Pîr fêr dibe ku li Çiyayên Kurdistanê gerilayên perwerdekirî hene. Vê rewşê derbeya leşkerî zûtir pêşxist.
12’ê Îlonê 1980:
Artêşa Tirk bi derbeyê dest danî ser rêveberiya dewletê. Cuntaya di bin serokatiya Kenan Evren de qanûna bingehîn jî di navê de hemû saziyên dewletê ji holê rakir, xwest girêdayê artêşê dîktatoriyeke nû ya faşîst ava bike. Civakê perçiqand, ji nû ve Kurdistanê dagirkir. Di serî de PKK û rêxistinên şeroşger hewilda hemû sazî û dezgeyên rêxistinkirî belav bike. 7’ê Mijdarê 1982’an de bi referandûmeke şiklî qanûna bingehîn a nû da erêkirin. TC’yê ser bingehên leşkerî û faşîst ji nû ve sazkir û rêveberiyê bi hilbijartinê neqlê hikûmeta ANAP’ê ya di bin serokatiya Turgut Ozal de ye kir. Ev hemû bi destek û erêkirina Amerîka û NATO’yê çêbû. Dema derbe pêşket Rêber Abdulah Ocalan li Şamê bû.
13’ê Îlonê 1980:
Rêber Abdulah Ocalan, bi Cemîl Bayik û Duran Kalkan re li Şamê civîn kir. Di vê civînê de derbeya 12’ê Îlonê hate nirxandin û li dijî derbeyê teqtîk û xebatên PKK´ê hatin plan kirin. Civîn di derbê de rol û rista Amerîka û NATO’yê destnîşan kir. Dîsa xisleta xwe ji nû ve sazkirina binyada dewletê danî holê. Hate destnîşan kirin ku wê dewlet hewl bide hemû saziyên civakî yên bi rêxistinkirî belav bike û bi taybetî wê êrîşê gelê Kurd û PKK´ê bike. Ji ber vê lazim e li dijî derbeyê berxwedan çêbe û li ser vê esasê derbe vala bê derxistin, lê hate diyarkirin ku amadekariyên pratîkî-rêxistinî nabin bersiv, ji ber vê lazim e bi qismî xwe paşve bikêşin, ji nû ve bi perwerde û rêxistinbûnê xwe komî serhev bikin. Ger bi vî awayî li dijî derbeyê bikevin nava berxwedanê wê rastir û encamgir bibe. Li ser vê esasê pêvajoya xwe paşve kişînê dest pê kir. Rêveberên PKK’ê yên di zindanan de jî vê nêzîkatî û biryarê rast dîtin. Bi vî awayî kadroyên Kurdistanê xwe kişandin qada Luban-Fîlîstînê.
22’yê Îlonê 1980:
Rêveberiya Iraqê êrîşê Îranê kir. Şerê Îran-Iraqê bê navber tam heşt sal berdewam kir. Vê rewşê, hem ji hêla siyasî ve rêveberiya hevpar a ser Kurdistanê parçekir, hem jî ji hêla leşkerî ve valatiyên cidî li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Bakurê Kurdistanê çêkir. PKK dema pratîka xwe ya gerîlatiyê pêş dixist ji vê rewşa siyasî û leşkerî sûd wergirt. Ji bo ku PKK ji vê rewşê feyde nebîne, roja 8’ê Tebaxê 1988’an şerê heyî hate sekinandin.
Cotmeh-Mijdar-Çile 1980:
PKK vekişîna xwe ya piştî derbeya 12’ê Îlonê bi rêxistinî û bi berxwedanê meşand. Li ser vê esasê di mehên Cotmeh, Mijdar û Çileyê de li qadên Dêrsîm, Çewlîk, Mêrdîn û Pazarcixê bi artêşa Tirk re kete nava pêvçûnan û bi dehan şehîd da. Roja 7’ê Cotmehê li Mazgîrt Gûndê Temanê Delîl Doxan û roja 25’ê Mijdarê li qada Pûlemûriyê(Pülümür) Azîme Demîrtaş û du hevalên wê/wî di pêvçûnê de şehîd ketin. 24’ê Îlon’ê li Mêrdîn qada Gabê Mehmût Gûden û sê hevalên wî, 29’ê Cotmehê li qada Blokayê jî Zekî Palabiyik û pênc hevalên wî di pêvçûnê de şehîd ketin. Li Pazarcixê roja 6’ê Sibatê 1981’an Batal Evsen û li Çewlîkê roja 17’ê Gulana 1981’an Besê Anûş û roja 27’ê Çile’yê 1980’an Hûseyîn Durmuş şehîd ketin. PKK´ê ku bi şer hêzên xwe dikêşand, di nava şeş mehan de piraniya hêzên xwe bi serkeftî paşve kişand. Hêzên ku kişand, li qada Lubnan-Fîlîstînê di qampan de bi cîh kir û xiste nava pêvajoya perwedeya leşkerî-bîrdozî.
13’ê Nîsanê 1981:
Rojiya Mirinê ya ewil 4’ê Adarê di Zindana Amedê de destpêkir. Alî Erek di vê çalakiyê de şehîd ket. Piştî ku berxwedana rojiya mirinê şikest zext û îşkence hatin zêdekirin. Doza navendî ya PKK´ê dane despêkirin û di derbarê kadroyên pêşeng ên PKK’ê de cezayê darvekirinê hatin xwestin.
15-26’ê Tîrmehê 1981:
Li Lubnanê li Baregeha Helve ya Eniya Rizgariya Demokratîk a Fîlîstînê Konferansa 1’emîn a PKK´ê hate kirin. Ji hemû herêman qasî 60 kadro tevlê Konferansê bûn. Di konferansê de qasî 8-10 delegeyên jin jî amade bûn. “Rapora Polîtîk” a ji hêla Rêber Abdulah Ocalan ve li ser navê Komîteya Navendî hatibû amadekirin di destpêka konferansê de kom bi kom hate xwendin û li ser nîqaş hatin meşandin. Dîvana Konferansê Rêber Abdulah Ocalan, Selahattîn Çelîk û Îbrahîm Aydin bûn. Konferansê xebatên partiyê û pêvajoya ku bi derbeya 12’ê Îlonê re derketiye holê ser esasê rexne û rexnedayînê girte dest. Rêber Abdulah Ocalan li dijî derbeya leşkerî-faşîst a 12’ê Îlonê stratejiya têkoşîna bê meşandin wekî stratejiya şerê gelê şoreşgerî ya demdirêj destnişan kir û pêşkêşê konferansê kir. Li ser vê bingehê xebatên bêne meşandin hatin plankirin û ser esasê temamkirina amadekariyên pratîkî biryara vegera welat hate dest pê kirin. Konferansê, endamên Komîteya Navendî ku hejmara wê derketibû yazdehan hilbijart û xebatên xwe bi serkeftî temam kir. Piştî Konferansê Komîteya Navendî kom bû biryarên Konferansê plan kir, li ser vê esasê xiste pratîkê. Rêheval Mehmet Karasungur ji xebatên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê hatibû û tevlê Konferansê bibû. Dûbare ji bo meşandina heman xebatê li wan qadan tê erkdarkirin.
…Cotmeh 1981:
Piştî Konferansê di çarçoveya amadekariya vegera welat de dewreya perwerdeya navendî bi merasîma girtinê û bi tevlêbûna mêvanan temam bû. Rêber Abdulah Ocalan li ser esasê niqaş û nirxandinên pêşxist de diyarkir ku amadekarî nabin bersiv, ji ber vê jî xwest heya demekê jî xebatên amadekariyê berdewam bikin. Li ser vê bingehê li parçeyên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê Mahsum Korkmaz jî li cem Mehmet Karasungur ji bo xebatên gerîla, amadekariyên pratîkî bide meşandin erkdar dike û bi yekîneyekê dişîne vê qadê. Vesaziya kadroyan dîsa ji qampên perwerdê re çêdike. Di zivistana 1981-82’an de li Şamê bi komekî kadro re xebatê teorîk da meşandin. Li ser esasê teoriya stratejiya nû pirtûkên bi navê “Li Kurdistanê Rola Zorê”, “Li Kurdistanê Pirsgrêka Rizgariya Netewî û Riya Çareseriyê”, “Li Ser Rêxistinbûnê”, “Li Dijî Faşîzmê Têkoşîna Ser Eniya Yekbûyî” û “Pêşnûmeya Programa Eniya Rizgariya Netewî ya Kurdistanê” amadekir û perwerdeya kadroyan bi riya van pirtûkan kûr kir.
Mijdar 1981:
Rêber Abdulah Ocalan li Şamê bi rêxistin û partiyên din ên Bakurê Kurdistanê re li ser esasê rêxistinkirina eniyeke netewî civînan kir, nîqaşan meşand. Di encamê de rêxistinên din eniya hevpar qebûl nekirin, ji ber vê civîn xilas bûn. Ji ber vê PKK´ê “Pêşnûmeya Programa Eniya Rizgariya Netewî ya Kurdistanê” pêşkêşê gel kir û bi vî awayî xwest li derdorê partiyê eniya berxwedana gelekî rêxistin bike.
Çile 1982:
Kovara Serxwebûn piştî sala 1978’an li welat wekî organa weşana navendî bi awayekî îlegal dihate çapkirin, piştî vê dîrokê li Ewropayê wekî rojnameyekî mehane ji nû ve dest bi weşana xwe kir. Heya roja me ya îro bê navber û bi derxistina hejmarên taybet jî weşana xwe bi awayekî rêkûpêk domand. Bi vî awayî bû dengê Şoreşa Kurdistanê, bû weşana bênavber-herî demdirêj a Kurdistanê.
Adar 1982:
Demeke dirêj bi rêxistinên şoreşger û çepên Tirkiyeyê re civîn û nîqaş hatin kirin. Di encamê de bi tevlêbûna heşt partî û rêxistinan “Li Dijî Faşîzmê Eniya Berxwedana Yekbûyî” [FKDC]hate avakirin. Enî, li ser esasê Rojhilata Navîn û Ewropa wekî du komîte xwe rêxistin kir û 1’ê Hezîranê damezrandina xwe îlan kir. Ji aliyeke ve li Rojhilata Navîn xebatên perwerdeya gerîla dihate meşandin, ji aliyeke din ve jî li Ewropayê xebatên çapemenî, dîplomasî û girseyî dihatin rêvebirin. FKBDC versîyonekî nû ya ADYOD’ê bû. Ji ber ku koma Taner Akçam li dijî berxwedana çekdarî û vegera welat sekinî, nepejirand, ev enî piştî destpêka 1983’an ji hêz ket û di havîna 1984’an de belav bû.
21’ê Adarê 1982:
Yek jî pêşengên PKK´ê Mazlum Doxan li dijî rejîma leşkerî-faşîst ya 12’ê Îlonê li Zindana Amedê bi gotina “Berxwedan Jiyan e” çalakî kir û gihişt şehadetê. Ji Dêrsimê, Navçeya Mazgêrd Gûndê Temanê bû. Dema dîl kete destê dijmin Endamê Komîteya Navendî û berpirsyarê Komîteya Weşana Navendî bû. Bi vî awayî hem Berxwedana Zindanê da despêkirin, hem jî li dijî pergala qirker-faşîst û rejîma 12’ê Îlonê bû rih û remza berxwedanê. Rêber Abdulah Ocalan vê berxwedanê wekî “Berxwedêriya Kawayê Hemdem” pênase kir û got “Mazlum Partî ye.”
1’ê Gulanê 1982:
Di encama êrîşê balafirên Îsraîlê, li kêleka Beyrûdê di baregehekê de Rêheval Abdulqadir Çubûkçû şehîd ket. Ji Êlihê bû. Li qada Lubnan-Fîlîstînê şehîdê ewil a PKK’ê ye. Ji ber vê Rêber Abdulah Ocalan çû Beyrûdê, bi Fîlîstîniyan re tevlê merasîma cenazeyê bû. Hem li ser 1’ê Gulanê, hem jî di çarçoveya vê şahadetê de nirxandineke berfireh kir.
17’ê Gulanê 1982:
Li Zindana Amedê Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmûd Zengîn ku li ser şopa Hakî Karer û Mazlum Doxan dimeşiyan bi hev re bedena xwe dan ber agir û gihiştin şahadetê. Ji yên xwestin agirê vemirînin re bi qêrîn gotin “Av nerijînin, agirê mezin bikin.”
2’yê Hezîranê 1982:
Artêşa Îsraîlê Paytexta Lubnan Beyrûdê bi riya bejahî û û behrê re dorpêç kir. Rêxistinên Fîlîstînî yên li Başûrê Lubnanê belav bûn. Li dijî dagirkeriya Îsrîlê li eniyên Rojhilat û Başûrê Lubnanê kadroyên PKK´ê li ber xwe dan, di vî şerî de 10 kadroyên PKK´ê şehîd ketin û 15 kadro jî dîl ketin destê Îsraîle, Cemîl Bayik jî di nav de komekî 29 kesî tam sê meh li Beyrûdê di nava dorpêçê de man. Di nava Rêhevalên şehîd ketin de Abdulah Kumral jî hebû. Ev heval tevlê Kongreya Damezrandina PKK´ê bibû. Piştî vê bûyerê PKK, li Lubnanê komeke biçûk hişt, derveyî vê piraniya hêzên xwe ji Lubnanê vekişand.
14’ê Tîrmehê 1982:
Di Zindana Amedê ya rejîma 12’ê Îlonê de ji hêla dîlên PKK’yî ve bi pêşengtiya Mehmet Hayrî Durmuş Berxwedana Mezin a Rojiya Mirinê hate destpêkirin. Mehmet Hayrî Durmuş vê berxwedanê li dadgehê îlan kir û got “Bila li ser kêla gora min deyndar e binivîsin.” Destpêkê berxwedan bi tevlêbûna Kemal Pîr û pênc dîlên din dest pê dike. Pişt re her diçe bi tevlêbûnan berxwedan mezin û belav dibe. Berxwedana Mezin a Rojiya Mirinê nêzîkê du meh didome. Di vê berxwedanê de Roja 7’ê Îlonê Kemal Pîr, Roja 12’ê Îlonê Mehmet Hayrî Durmuş, Roja 15’ê Îlonê Akîf Yilmaz û Roja 17’ê Îlonê Elî Çîçek şehîd ketin. Li ser vê bingehê polîtîkaya îtîrafkariya rejîma 12’ê Îlonê ku li ser zindanan ferz dikir hate parçe kirin û pergala înkar û îmhayê têkçûyîneke bîrdozî jiyan kir. Şefê Cuntayê Kenan Evren di mîtînga xwe ya Daxkapiyê de bi tiliya xwe Zindana Amedê nîşan dide û têkçûyîna jiyan kiriye bi gotina “Li vir kesên wisa hene, hûn serê wan jî jêbikin dev ji bîrdozî û doza xwe bernadin” tîne ziman. Rêveberiya cuntayê mecbûr dimîne bi şoreşgerên berxwedêr re hevdîtin dike û soz dide, ji ber vê berxwedêr dawî li berxwedana rojiya mirinê tinin. 14’ê Tîrmehê ji hêla PKK’ê ve wekî “Roja Rûmeta Netewî” hate îlankirin.
20-25’ê Tebaxê 1982:
Li Suriyeyê di baregehekê Eniya Rizgariya Gelê Fîlîstînê de PKK´ê Kongreya xwe ya 2’yemîn dike. Nûnerê hemû herêman, nêzîkê 65 delege tevlê Kongreyê dibin. Di Kongreyê de derdorê deh delegeyên jin jî cihê xwe digirin. Divana Konferansa 1’emîn xebatên Kongreya 2’yemîn jî meşand. Kongreyê pirtûkên ji hêla Rêber Abdulah Ocalan ve hatine amadekirin wekî belgeyên fermî yên stratejiya serdema nû ya Partiyê pejirand. Xebatên Ewropa û pirsgrêkên rêveberiya nikare bibe navend hate nîqaş kirin. Pêvajoya heyî nirxand û li ser esasê pêşxistina berxwedanê biryara vegera welat girt. Bi hilbijartina 11 endamên Komîteya Navendî, Kongreyê erkên xwe bi serkeftî temam kir. Komîteya Navendî piştî Kongreyê kom bû, ji ber pirsgrêkên ku çavkaniya xwe ji nêzîkatiyên penaber û oportûnîst digirin Komîteya Navendî xwe heya salek wekî “Komîteya Amadekar a Navendî” saz dike û hemû selahiyeta xwe ya navendî dide Rêber Abdulah Ocalan. Li gorî plana civînê piştî orteya meha Îlonê vegera komên gerîla ber bi baregehên ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê hatine amadekirin dest pê dike.
Îlon 1982:
Di encama hevdîtinên di navbera PKK û PDK´ê de, li ser Protokolekî ku ji 9 xalan pêktê li hev dikin. Naveroka xalên Protokolê li ser netew û demokratîkbûnê bû. Protokol ji hêla Rêber Abdulah Ocalan û Serokê Giştî yê PDK´ê Mesut Barzanî ve di bihara 1983’an de li Şamê hate mohr kirin. Di salên 1982-1985’an de tifaq û têkiliyekê bi rêgez di navbera du partiyan de çêbû. Ji ber zexta Dewleta TC’yê Rêveberiya PDK´ê Tebaxa 1985’an de ji Protokolê vekişiya, bi vî awayî tifaq xirab bû û pêvajoya bi pêvçûn destpêkir.
24’ê Mijdarê 1982:
Koma di bin pêşengtiya Şahîn Kilavuz de vedigere welat dikeve ber Ava Hêzilê, 8 Rêheval şehîd dikevin, tenê hevalek xilas dibe. Zehmet be jî komên din digihin cihên xwe.
…Nîsan 1983:
Li Lolanê Rêveberiya Pratîkî yê xebatên welat didin meşandin civîn dike. Pêvajoyê digire dest, li dijî rejîma 12’ê Îlonê xebatên amadekariya berxwedanê plan dike. Dixwaze hemû navçeyên li ser xeta sînor; li Botan, Zagros û Serhedê yekîneyên amadekariyê erkdar bike. Li ser vê esasê xebatên ketina qada Botan- Zagrosê û li welat ji nû ve rêxistinkirina PKK´ê hate destpêkirin.
2’yê Gulanê 1983:
Endamê Komîteya Navendî û berpirsyarê Komîteya Leşkerî ya Navendî Rêheval Mehmet Karasungur, ji bo bikare bi rêxistinên Başûrê Kurdistanê re hevdîtin çêbike diçe Qendîlê, li ser vê esasê dema li baregeha Partiya Komûnîst a Iraqê ye di encama êrîşê hêzên YNK’ê de bi Rêheval Ayhan Bîlgen re şehîd dikeve. Rêheval Mehmet Karasungur di asta pêşengtiyê de tevlê Berxwedanên Hîlvan û Sîverekê bibû, şahadeta wî, pişt re, di pêvajoya pêşketina berxwedana çekdarî de bandoreke neyînî derxiste holê. Rêveberiya mayî nekarî cihê wî tije bike, ji ber vê di havîna 1983’an de berxwedana çekdarî nekete pratîkê, hate taloqkirin.
25’ê Gulanê 1983:
Artêşa TC’yê li rojhilatê çema Xabûrê qasî 5 km. sînorê derbas kir û çend rojan operasyon kir. PDK û Partiya Komûnîst a Iraqê baregehên xwe yên li ser sînor ber bi hundur ve dibin. Bi vî awayî pêvajoya ku jê re dibêjin “Operasyona derveyî sînor” dest pê dike.
…Gulan 1983:
Çetîn Gûngor ê (Semîr) li Ewropayê hatibû erkdarkirin, direve diçe gel îstîxbarata Ewropayê. Bi vî awayî dixwaze hewildana pêşxistina berxwedana gerîla û vegera welat asteng bike. Li ser vê esasê pêvajoya provokasyonê dide destpêkirin. Jixwe beriya wî, piştî meha Mijdara 1982’an Bakî Karer derketinekê wisa yê tasfiyegeriyê li welat dabû destpêkirin. Rêber Abdulah Ocalan li milêkî ve hem hewl dide koman derbasê Bakur bike û li welat têkoşînê pêş bixe, hem jî mecbûr dimîne li dijî derketinên wisa yên tasfiyeger-provokatîv têkoşîn bide meşandin. Li ser vê bingehê pirtûkên “Li Dijî Her Awa Xirabkarî û Rûxîneriyê Yekîtiya Partiyê Bi Hêz Bikin”, Di PKK’ê de Pirsgrêkên Pêşketinê û Erkên Me”, û Li Kurdistanê Pirsgrêka Kesayet, Jiyana Partiyê û Taybetmendiyên Milîtana Şoreşger” amade kir.
5’ê Îlonê 1983:
Ji ber ku Rejîma TC’ya faşîst li ser soza xwe nesekînî û li ser vê esasê di zindanan de zextên qirker-mêtînger zêde kir, dîlên şoreşger ên li Zindana Amedê pêvajoya berxwedaneke nû pêşxistin.
Kanûn 1983:
Li ser bingehê biryara rêveberiya pratîkî ya hundirê welat wekî organa weşana gerîla kovara bi navê “Di Têkoşîna Azadî û Serxwebûna Kurdistanê de Pêşmerge” hate derxistin. Weşana vê kovarê heya 1988’an berdewam kir.
30’ê Çile-5’ê Sibatê 1984:
Komîteya Navendî ku ji hêla Kongreya 2’yemîn ve hatibû hilbijartin heya salekê xwe wekî “Komîteya Amadekar a Navendî” saz kiribû civîna xwe ya duyemîn li Şamê kir. Rêber Abdulah Ocalan jî di navê de heft endamên Komîteya Navendî tevlê civînê bûn. Di civînê de hem tasfiyegerî û li dijî xeta tasfiyegeriyê têkoşîn, hem jî rewşa pratîka li welat hate nirxandin. Li ser herdu rehendan(boyut) jî Rêber Abdulah Ocalan nirxandinên berfireh kir û diyarkir ku endamên Komîteya Navendî ji ber ku xwedî li erkên xwe dernakevin û li ser vê esasê pêwistiyên erkên xwe pratîze nakin lazim e rexnedayîn bidin, helwestên xwe zelal bikin. Civînê li her qadê biryara pêşxistina têkoşîna şoreşgerî da. Encamên civînê li Ewropayê li dijî tasfiyegeriyê têkoşînê, li welat jî berxwedana gerîla pêşxist.
Çile-Adar 1984:
Di pêvajoya rojiya mirinê û berxwedana nû ya Zindana Amedê de 24’ê Çileyê Necmetîn Bûyûkaya, 19’ê Çileyê Yilmaz Demîr, 25’ê Çileyê Remzî Aytûrk, 5’ê Adarê şoreşgerên bi navê Cemal Arat û Orhan Keskîn şehîd dikevin.
Nîsan-Tîrmeh 1984:
Meha Nîsanê li Qada Zap Çiyayê Reş bi tevlêbûna derdorê 150 kadroyan di asta konferansê de civîn hate kirin û encamên civîna Komîteya Navendî hate veguhestin, pratîka 1983’an hate nirxandin. Li ser vê bingehê biryara pêşxistina şerê Qileban û Çelê hate girtin, plan û erkdar kirin çêbûn. Dema têkoşîna li Çelê lawaz dimîne Rêber Abdulah Ocalan mudaxele dike û perspektîfekê berfireh yê têkoşîn û rêxistinbûnê dişîne. Li ser bingehê vê persfektîvê li welat 6 endamên Komîteya Navendî, di 16-18’ê Hezîranê 1984’an de li Qada Xinêrê civîn çêkir. Li wir biryara damezrandina Hêzên Rizgariya Kurdistan (HRK) û li ser vê esasê biryara mezinkirina şerê gerîla hate dayîn. Ev Civîn li Behdînan orteya meha Tîrmehê li qada Şikefta Birîndaran bi tevlêbûna hêzekê berfirehtir hate berdewamkirin. Li vir jî roja 15’ê Tebaxê li dijî navçeyên Dihê, Şemzînan û Şaxê biryara çalakiyên serde girtinê hatin girtin û li gorî vê yekîneyên ku çalakî bikin hatin erkdarkirin. Bi vî awayî Pêngava Gerila ya 15’ê Tebaxê derkete holê.
15’ê Tebaxê 1984:
Ji bo azadiya Kurdistanê li dijî rejîma faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlonê ji hêla gerîlayên PKK’ê ve bi çalakiyên Dihê û Şemzînanê destpêka berxwedana çekdarî hate îlankirin. Yekîneya Propogandaya Çekdarî ya 14’ê Tîrmehê di bin fermandariya Egîd (Mahsum Korkmaz) de çalakiya Dihê, Yekîneya Propogandaya Çekdarî ya 21’ê Adarê jî di bin fermandariya Gozluklu Alî(Abdulah Ekîncî) de çalakiya Şemzînanê kir. Bi van çalakiyan Hêzên Rizgariya Kurdistan-HRK damezrandina xwe îlan kir. Çalakiyan derbên pir giran li hêzên dewleta dagirker dan, li her cihê bandoreke mezin çêkir, di asta herî jor de gel bandor kir. Mirovên ilmê(zanistê) vê wekî “Guleya ewil” pênase kirin. Bi vî awayî li Kurdistanê berxwedana gerîlayê hemdem ê bi fikrên Rêber Abdulah Ocalan re gewde bûye destpêkir. Erdnigariya Botanê û welatparêziya wê ya dîrokî bi fikrên Rêbêr Abdulah Ocalan re gihiştin hev. Di dîroka Kurdistanê de 15’ê Tebaxa 1984án dibe dema herî girîng, zindîbûna zayîna PKK’ê. Piştî wê demê şûn ve ev roj ji hêla Gelê Kurd û dostên wê ve wekî ‘Roja Vejînê û Berxwedana Netewî ya Kurdistanê’, wekî ‘Cejna Gerîla’ tê pîroz kirin. Piştî çalakiyên Dihê û Şemzînanê gerîla di nava sê mehan de derdora 45 çalakî pêşxistin. Roja 22’yê Îlonê li Gabarê ji hêla çeteyên TC’yê ve Rêheval Kerîm Baytarê ji Dêrîkê hate qetil kirin. Ev heval dibe şehîdê ewil ê pêvajoya 15’ê Tebaxê.
20-24’ê Kanûnê 1984:
Rêveberiya Pratîk yê pêvajoya çalakiya 15’ê Tebaxê dimeşîne, li Behdînan qada Mîrozê bi civînekê encamên pratîkî nirxand. Rêber Abdulah Ocalan nirxandinên xwe bi riya qasedan dişîne civînê. Pêvajoya nû ya bi çalakiyên 15’ê Tebaxê destpêkir ji hêla civakî û dîrokî ve digirt dest, pêşketinên muhtemel didane holê. Di heman demê de moral û destek dide rêveberiya ku pratîkê dimeşîne. Civînê, li ser esasê talîmata heyî xebatên xwe domand û pêşketinên muhtemel ên sala 1985’an girte dest, hewlda li gorî vê biryar û planan pêş bixe. Rêheval Mahsum Korkmaz bi xwe diçe gel Rêber Abdulah Ocalan, encamên civînê bi destê xwe pêşkêş dike. Rêheval Egîd serê meha Nîsanê sala 1985’an de bi talîmata ji hêla Rêber Abdulah Ocalan ve hatiye amadekirin, talîmata bi navê “Ji bo Şoreş Wêrekiya Rêxistinkirin û Rêvebirina Gel û Partiyê Nîşan Bidin” vegeriya welat.
21’ê Adarê 1985:
Eniya Rizgariya Netewî ya Kurdistanê-ERNK, li Yewnanîstanê bi daxwuyanî û bi riya belavkirina belavokan xwe îlan kir. Jixwe Pêşnûmeya programê di sala 1982’an de hatibû amadekirin û di Serxwebûnê de hatibû weşandin, ji ber vê ji hêla gel ve hatibû nîqaş kirin. Bi vî awayî girêdayê berxwedana gerîla eniya berxwedana gel jî pêşket. Armanca ERNK´ê li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat li dijî pergala mêtînger-faşîst ji bo azadiyê perwerdekirina gel, rêxistinkirin û çalakkirina gel bû.
Adar-Nîsan 1985:
Bi provokasyonên Selahattîn Çelîk ku di rêveberiya Partiyê de cihê xwe digirt û Abdulkadir Aygan ku pişt re bû JÎTEM, li Başûrê Kurdistan qada Heftanînê bi Partiya Komûnîst a Iraqê re demekê pêvçûn çêbû. Di van pêvçûnan de roja 16’ê Nîsanê Rêheval Ozan Sefkan (Celal Ercan), Rauf Abay û Îdrîs Okmen jî di navê de 8 kadroyên PKK’ê şehid ketin.
21’ê Gulanê 1985:
Di bin fermandariya Rêheval Hecî (Sabrî Gozûbûyûk) de 5 gerîla ji Rojava ber bi xeta Gurgum-Semsûrê ve ji bo rêxistinkirina gerîla dikevin rê, di rê de li Bozovayê di pêvçûnê de şehîd dikevin. Rêheval Sebrî Gozûbûyûk, 2’yê Hezîranê 1982’an de li Lubnanê di êrîşê Îsraîlê de bi komekî 15 kesî ve dîl ketibû. Bihara 1984’an de li Yewnanîstanê bi çalakiyê rizgar dibin, bi vî awayî dûbare xwe digihîne partiyê û tevlê pêngava gerîla yê 1985’an dibe.
12-17’ê Tebaxê 1985:
Biryarên civîna Mijdara 1984’an û pratika talimata Rêber Abdulah Ocalan pêk nehatiye, însîyatîf ketiye destê dijmin, ji hêla artêşa TC’yê ve piştî meha Sibatê li qada Botanê operasyoneke berfireh hatiye kirin, di serî de Botan û Garzan, li herêmên wekî Zagros û Amedê hejmareke zêde şehîd hatine dayîn. Ji bo nirxandina vê rewşê Rêveberiya Pratîkî ya şer dimeşîne li Botan, Kato Xelîlanê civîn dike. Civîn, bilançoya giran a derketiye holê digire dest, kesayeta ezez û bi bertek a burjuvayê biçûk rexne kir û ser vê esasê Selehetîn Çelîk ji erk girt. Li gorî şertan ji nû ve rêxistinbûn û planlamaya şer pêş dixe. Li ser vê bingehê yekîneya di bin fermandariya Rêheval Egîd de hatibû rêxistinkirin, di payîza 1985’an de li qadên Herekol, Gabar, Dihê, Şirnex û Xebûrê çalakiyên bi bandor pêş dixin, derbên giran li artêşa faşîst a TC’yê didin. Bi vî awayî şehîdên destpêkê yên jin a 15’ê Tebaxê Rêheval Rûken (Çîçek Selcan-22’yê Tîrmehê 1985), Hava(Hanim Yaverkaya-28’ê Hezîranê 1985), û Saadet(Rahîme Kahraman-22’yê Îlonê 1985) jî di navê de tola şehîdên me yên qehreman di asteke de hatin girtin.
20’ê Tebaxê 1985:
Rêheval Mehmet Ertûrk û Fuat Aslan, li çiyayê Agiriyê di pêvçûna dijmin de şehîd ketin. Mehmet Ertûrk di 1980’an de ji girtîgeha Edeneyê reviya û derbasê qada Lubnan-Fîlîstînê bibû. Ji pêvçûna ku Mehmet Karasungur şehîd dikeve, bi saxî xilas bibû.
Mijdar-Kanûn 1985:
Rêber Abdulah Ocalan, nêyîniya di pratîka gerîla de pêşdiket bi talîmatên berfireh girt dest, rexne kir û rê û rêbazên sererast kirine nîşan da. Van talîmatan bi navê “Talîmatên Mijdarê” kire broşûr û ji rêveberiya welat re şand. Li ser bingehê talîmatê sererastkirin xwest, ger sererastkirin çênebe banga çûyîna Kongreya 3’yêmîn ji Rêveberiyê dikir. Rêveberiya pratîkî di nava xwe de nekarî rexne-rexnedayînê pêşbixe û têkoşîna bîrdozî bimeşîne, piştî ku di civînê de jî encam nehate girtin biryara çûyîna kongreyê hate dayîn. Destpêka meha Nîsanê Rêheval Egîd ji qada Serokatî li ser vê bingehê hatibû, wekî berpirsyarê giştî derbasê Botanê bû.
28’ê Sibatê 1986:
Serokwezîrê Swêd û Serokê Partiya Demokratên Sosyal Olof Palme, şev dema bi malbata xwe re ji sînemayê derdiket di êrîşekî de hate qetilkirin. Êrîşkarê nekarîn bigirin. Yekser roja din çapemeniya şerê taybet a TC’yê wekî ku ji berî ve hatiye amadekirin xwestin bûyerê bi sernivîsa “gelo Kujer Apo ye? têxin stûyê PKK’ê. Li ser vê bingehê MÎT rêxistinên îstîxbarata Ewropayê araste dike. Nêzîkatî û gotinên bêbingeh ên Parêzer Huseyîn Yildirim jî li ser vê esasê hatin bikaranîn ku pişt re sîxûrtiya wî ya ji MÎT’ê re eşkere dibe. Bi vî awayî li Ewropayê xebatên krîmînalîze kirina PKK’ê hatin pêşxistin û pişt re bi navê “Doza Dûseldorfê” pêşiya pêvajoya darizandinê vebû. Olof Palme di siyaseta Ewropayê de di nava tevgera Sosyal-demokrat de xwedî xetekî bû û li dinyayê piştgiriya hemû tevgerên rizgariya netewî kiribû. Ji ber vê yekê muhtemel bû ku di asta herî jor de piştgirî daba têkoşîna rizgariya netewî ya Kurdistanê jî. Rêber Abdulah Ocalan jî bi vê armancê li Swêdê serlêdana îltîcayê kiribû. Qetlîamê pêşiya van hemûyan girt.
28’ê Adarê 1986:
Fermandarê Nemir ê Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxê Rêheval Egîd (Mehsum Korkmaz), piştî pêvajoya bi çalak a Newrozê li Çiyayê Gabarê di pêvçûnê de şehîd ket. Bi hêzekê 24 kesî re dixwest ji Gabarê biçe Heftanînê. Piştî şahadetê çapemeniya TC’yê bi rojan wêneyan da, nûçeyan çêkir, xwestin bi nivîsandina sernivîsên wekî “Celadê PKK´ê hate kuştin” derewa “xilaskirina gerîla” belav bikin. Rêber Abdulah Ocalan “Di Rizgariya Netewî de Wekî Remza Partîbûnê” pênase kir û xeta Kongreya 3’yêmîn li ser vê sazkir, kire xeta Kongreya 3’yêmîn. PKK´ê dibistana xwe ya destpêkê ya fermî bi navê “Akademiya Mahsum Korkmaz” vekir. Hefteya di navbera 21’ê Adarê roja şehîd ketina Kawayê Hemdem Mazlum Doxan û 28’ê Adarê “Roja Qehremaniya Netewî”de jî wekî “Hefteya Qehremaniya Netewî” diyarkir.
17’ê Nîsanê 1986:
Rêheval Ezîz (Nadîr Şeyh Hesen) Şoreşgerê Ereb ji Lubnanê di 1983’yan de tevlê PKK dibe û eslê xwe ji Efrînê ye. Li Colemêrg Gundê Qavalê bi artêşa TC’yê re pêvçûn çêdibe û di vê pêvçûnê de şehîd dikeve. Yekem şehîdê Ereb ê PKK’ê ye.
16’ê Tebaxê 1986:
Rêheval Seyfetîn Zoxûrlû ku di Kongreya Damezrandina PKK’ê de cihê xwe girtibû di salvegera duyemîn a Pêngava 15’ê Tebaxê de li Botan Bestlerê di çalakiyekê de şehîd dikeve. Kongreya Damezrandinê li mala malbata Seyfetîn Zoxurlu hatibû kirin. Di 2’yê Hezîrana 1982’an de di êrîşê Îsraîlê de li Lubnanê dîl ketibû, pişt re 1984’an de li Yewnanîstanê bi çalakî xwe rizgar kir, dîsa hate Kurdistanê û tevlê şerê gerîla bû.
25-30’ê Cotmehê 1986:
Kongreya 3’yêmîn a PKK´ê li Lubnanê li cihê ku Konferansa 1’emîn a PKK hate kirin çêbû. Kongre bi tevlêbûna derdorê 80 kadroyên ji rêveberiyên welat, Ewropa, Rojhilata Navîn û ji komeke nû ya perwerdeyê hate kirin. Di Kongreyê de derdorê 12 delegeyên jin jî cihê xwe girtin. Kongreyê Rêber Abdulah Ocalan rêvebir. Kongreya 3’yêmîn di xeta gerîla de dibe sererastkirineke bi kok û di bîrdoziya azadiyê de dibe kongreya kûrbûnê, ev xebat bi sê qonaxên bingehîn yên xwe rêxistinkirin û perwerdekirinê diçe serî û nêzîkê saleke didome. Di qonaxa dirêj a yekemin de bi komkirina endamên Kongreyê re mijûl bûn çêbû û li ser bingehê xeta Rêbertî xebata amadekirina raporên giştî û takekesî hate meşandin. Di qonaxa 2’yemîn de xeta çîna serwer a feodal-arîstokrat û riya navîn(orta yolcu) a burjuvayê biçûk di platforma partiye de hate darizandin û mehkûm kirin. Rêber Abdulah Ocalan got “Yê li vir tê dahûrandin ne kesayet e, civak e, ne kêlî ye, dîrok e.” Kesîre Yildirim û Selehetîn Çelîk hatin darizandin, di encama darizandinê de kadrotiya wan hate sekinandin, girtin statûya eniyê. Di dîroka PKK’ê de cara ewil li ser bingehê rapora nivîskî platformên şexsî yên rexne û rexnedayînê hatin kirin. Ji bo bersivdayîna nîqaşên li ser endamtiya partiyê Rêber Abdulah Ocalan got “Şehîd PKK’yî ne.” Qonaxa sêyemîn di navbera rojên 25-30’ê Cotmehê de hate meşandin. Di vê qonaxê de xebatên kongreya fermî hatin pêkanîn. Destpêkê Rêber Abdulah Ocalan wekî devkî raporeke berfireh a Rêbertiyê peşkeş kir. Pişt re pêşnûmeyên biryarê yên erkên serdema nû diyar dikin hatin nîqaşkirin. Di vê beşê de ji bo bikarin li ser xeta Serokatî partîbûnê pêş bixin bi yekîtiyên karker, ciwan û jinan re biryara rêxistinkirina ERNK’yê, di berxwedana çekdarî de sererastkirina teqtîkî û bi navê Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan-ARGK ji nû ve rêxistinkirina HRK´ê tê girtin. Dîsa biryara damezrandina Akademiya Mahsum Korkmaz tê girtin. Li ser esasê bîranîna Mahsum Korkmaz di salekê de xwe gihandina asta bolûkên gerîla wekî hedef hate danîn. Rêber Abdulah Ocalan di partîbûn, artêşbûn û enîbûnê de plannameyekê çar sal, berfireh, xwedî armancên mezin pêşkêş dike. Di Kongreyê de hejmara endamên Komîteya Navendî derdixînin 25’an û hildibijêrin. Delegeyên tevlê Kongreyê bûn li ser xeta Kongreya 3’yêmîn bi sozên takekesî yên tevlêbûna partiyê di xwe de dihewîne û girêdayê erêkirina Rêber Abdulah Ocalan di hemû partiyê de ji nû ve pêvajoya têvlêbûneke rast dane destpêkirin. Li ser vê bingehê Kongreya 3’yêmîn bi serkeftî temam bû, di xeta azadiya jin de bîrdoziya azadiyê kûr kir, li ser xeta gerîla pîvanên kadro-mîlîtan ên fedaî zelal û bi hêztir kir. Kongre li ser van esasan ji nû ve têşe da PKK´ê.
Kanûn 1986:
Li ser bingehê Kongreya 3’yêmîn “Akademiya Mahsum Korkmaz” hate damezrandin û dewreya wê ya destpêkê li ser esasê pratîzekirina encamên kongreyê hate rêxistin kirin. Di serî de tasfiyegeriya Terzî Cemal hemû nêzîkatî, xwe ferzkirinên tasfiyeger hatin derbas kirin, encamên derketine ber bi welat ve hatin birin û pêngava kongreyeke bi hêz hate pêşxistin. Akademî, heya payîza 1992’an tam şeş sal perwerde da, bû dibistana gerîla û partiyê. Rêber Abdulah Ocalan hemû xebatên xwe yên teorîk, perwerde, propaganda û rêxistinbûnê di vê Akademiyê de meşand. Li dijî her awa çetegerî û şaşîtiyê li ser bingehê Akademiyê têkoşîna bîrdozî da, teoriya gerîla û perwerdeya wê ya pratîk di vê akademiyê de pêşxist. Akademiya Mahsum Korkmaz li Kurdistanê gerîlayê afirand, bû çavkaniya berxwedana nayê şikandin.
Kanûn 1986-Adar 1987:
Ferhat û Cemalê Kor, ji bo veguhestina encamên Kongreyê ji hêza welat re hatin erkdar kirin. Herdu jî di Kongreyê de ji bo endamtiya Komîteya Navendî hatibûn hilbijartin. Dema çûyîna welat Rêveberiya Îranê dest datîne ser belgeyên Kongreyê û destûr nade bibin Kurdistanê. Cemalê Kor vê rewşê ji bo xwe wekî fersendekî dît û encamên Kongreya 3’yêmîn wekî “Rewşenbîr winda kirin, gundî bi ser ketin” şîrove dike, xetekê çeteger, feodal-komploger a li gor xwe pêşdixe û hewil dide bi Şêxmûs (Şah Îsmaîl Al) re dest deyne ser rêveberiyê. Ji ber vê li qadên Rojhilat, Arê û Xakûrkê civîn têne çêkirin. Platformên rexne-rexnedayînê ku Partî wekî rêbaza pêşketinê û çareseriyê digire dest kiribûn zemîna revandin û teslîm girtinê. Biryara Kongrê ya “Qanûna Leşkertiya Mecbûrî” xirab hate bikaranîn û bi vî awayî gel û partiyê anîn hemberî hev. Ji ber van sedeman encamên Kongreya 3’yêmîn bi awayekî rast û têrker li ser pratîk û li hêza welat bandor çênekir û di encamê de hêz nekarîn xwe ji bo pêngaveke pratîkê amade bikin. Li ser vê esasê Rêber Abdulah Ocalan bi talîmatan “Riya navîn (orta yolcu) û feodal-komploger mehkûm kir, xwest tasfiyegeriya çete-komploger ku di Cemalê Kor de şênber dibe tasfiye bike û hêza partiyê ya li qadê arasteyê pêngava gerîla bike.
18’ê Gulanê-Tebax 1987:
Li ser bingehê encamên Kongreya 3’yêmîn li Mêrdîn û Botanê pêngaveke bi hêz a gerîla tê destpêkirin û di salên 1987-88’an de ev pêngav tê mezinkirin. Çalakiyên bi hêz ên gerila derbên giran li artêşa TC ya faşîst tê xistin û berxwedan tê pêşxistin. Di nava vê berxwedana mezin de ku Rêber Abdulah Ocalan wekî “Pêngava Qehremantiyê” bi nav kir bi sedan fermandarê gerîla û şervan şehîd ketin. PKK bû partiya van şehîdan. Rêheval Orhan(Hûseyîn Sariçîçek) 18’ê Adarê li Geliyê Hêzil bi dijmin re kete pêvçûnê, piştî pêvçûnekê bi 3 rojan şehîd ket. Demeke dirêj parêzvaniya(yakin koruma) Rêber Abdulah Ocalan kiribû. Endamê Komîteya Navendî Rêheval Bedran Sevgat(Mehmet Sevgat) di 8’ê Nîsana 1987’an de li Şemzînanê şehîd ket. Dîsa di 5’ê Hezîrana 1987’an de Rêheval Hogir(Mehmet Ata Aslan) şehîd ket ku pişt re wekî “Remza Ciwantiyê” tê îlan kirin. Rêheval Erdal(Mehmet Yondem) li Botanê di meha Tebaxê de şehîd ket. Di Kongreya 3’yemîn de ji bo endamtiya Komîteya Navendî hatibû hilbijartin û di Yekîneya Propagandaya Çekdarî ya 14’ê Tîrmehê de erkê Cîgirtiya Fermandartiyê meşandibû. Berxwedanên wiha yên gerîla li Kurdistanê otorîteya partiyê pêşxist.
17’ê Tîrmehê 1987:
Dewleta TC’yê bi hevkariya NATO’yê li Kurdistanê “Rewşa Awarte” îlan kir. Li ser vê bingehê Walîtiya Herêma Rewşa Awarte û Qolorduya Taybet hate avakirin. Kurdistanê derxistin derveyî Qanûna Bîngehîn a heyî, xistin bin kontrola rêveberiyeke taybet. Bi vî awayî xwestin şerê taybet kûr û rêxistin bikin. Di çarçoveya NATO’yê de ji bo îmha û tasfiyeya PKK’ê plana êrîşêkê navnetewî hate amadekirin û di navbera salên 1987-88’an de xistin dewrê. Li ser vê bingehê şerê Îran-Iraqê hate sekinandin. Li dijî gerîla bi navê “Tevgera Sandwîç” êrîş hatin meşandin. Rêveberiya Partiyê ya Ewropayê hate girtin û pêvajoya wekî “Doza Dûseldorfê” tê zanîn hate pêşxistin. Li ser Rêber Abdulah Ocalan komplo û êrîş hatin zêdekirin. Di heman demê de êrîşên nû yên tasfiyeger jî hatin rojevê. Li ser vê bingehê di Gulana 1988’an de ji hêla Kesîre Yildirim û Parêzer Hûseyîn Yildirim ve li Ewropayê damezrandina “Yekîtiya Şoreşgerên PKK´ê” hate îlan kirin, bang kirin ku kadro tevlê vê partiyê bibin.
31’Cotmehê 1987:
Di çarçoveya biryarên Kongreya 3’yêmîn de li Ewropayê kongreya jin hate lidarxistin û Yekîtiya Jinên Welatparêzên Kurdistanê-YJWK hate damezrandin. Bi heman awayî kongreyên ciwan û karkêran jî hatin kirin. Li ser vê esasê Yekîtiya Ciwanên Welatparêzên Şoreşger a Kurdistanê û Yekîtiya Karkêrên Welatparêzên Kurdistanê hatin damezrandin. Bi vî awayî xwestin ERNK’yê rêxistin bikin û xebatên li Ewropayê li ser esasê yekîtiyên girseyan pêşbixin. Dîsa di sala 1982’an de HUNERKOM hate rêxistinkirin. Li ser vê bingehê xebatên hunerî hatin pêşxistin.
Sibat-Nîsan 1988:
Piraniya Rêveberiya PKK´ê ya Ewropayê hatin girtin û pêvajoya dadgeha Dûseldorfê hate destpêkirin. Komara Fedaral a Elmanyayê hewlda Rêber Abdulah Ocalan jî tevlê dozê bibe, lê xebatên Elmanyayê encam negirtin. Dîsa Elmanyayê hewlda di nava PKK´ê de îtîrafkariyê pêşbixe, lê ev hewldanên wan jî binket. Bi vî awayî hêj di destpêkê de doz û lîstoka heyî vala derket.
16’ê Adarê 1988:
Ji hêla hêzên Sedam Hûseyîn ve li Başûrê Kurdistanê li bajarê Helepçeyê bi çekên kîmyevî qetlîam hate kirin. Piştî şerê Îran-Iraqê Rêveberiya Sedam Hûseyîn ji rewşa heyî dixwaze sûdê bigire, li ser vê bingehê dixwaze Başûrê Kurdistanê ji nû ve û bi temamî têxe jêr kontrola xwe. Ji ber vê Rêveberiya Sedam Hûseyîn hevdîtinên veşartî yên di navbera herdu dewletan de destpêkiriye ji bo xwe wekî fersendekî dibîne û li ser vê esasê piştî 19’ê Sibatê wekî heşt qonax êrîşên Enfalê dide destpêkirin. Di van êrîşên qirker ên ewil de, piraniya wan zarok nêzîkê pênc hezar Kurd di Qetlîama Helebçeyê de bi gazên kîmyevî hatin şehîd kirin.
Sibat-Gulan 1988:
Rêber Abdulah Ocalan, di Akademiya Mahsum Korkmaz de li dijî “Êrîşê Rewşa Awarte” ku Dewleta TC û NATO´yê bi hev re bi awayekî plankirî pêş dixistin du dewreyê gerîla çêdike. Di van dewreyan de bi gelemperî şer, wekî taybet jî li ser şerê gerîla nirxandinên berfireh ên teorîk pêşdixe. Êrîşên dijmin ên girêdayê “Teqtîka Ors-Çakûç” dimeşîne bi teqtîk û şêwazên gerîla vala derxist, têkbir. Bi vî awayî li ser şervantî û fermandariyê perwedeyekê bi hêz pêşxist û arasteyê Kurdistanê kir, di encamê de êrîşên TC yên bi piştgiriya NATO’yê pêşdiketin têkbir, bin xist.
1-25’ê Gulanê 1988:
Endamên Komîteya Navendî ya PKK´ê Rêheval Sebrî(M. Emîn Aslan) roja 1’ê Gulanê li Mêrdînê, Rêheval Cimşît(Ahmet Kesîp) jî roja 25’ê Gulanê li Şemzînanê di pêvçûnan de şehîd ketin. Dîsa 1’ê Nîsanê di bin fermandartiya Rêheval Delîl(Velî Yaşar) de di Berxwedana Mezin a Bagokê de jî bîst gerîla şehîd ketin. Li ser vê esasê berxwedanên hatin pêşxistin êrîşên şerê taybet ên TC û NATO’yê vala derxistin û gerîla bi vî awayî ji her milê ve xwe pêşxist.
31’ê Gulan-Hezîranê 1988:
Rojnameger Mehmet Alî Bîrand çû Akademiya Mahsum Korkmaz û bi Rêber Abdulah Ocalan re hevpeyvîn kir. Ev, bi çapemeniya Tirk re dibû hevpeyvîna destpêkê ya Rêber Apo. Hevpeyvîn di rojnameya Milîyetê de tam hefteyekê di bin sernivîsa “Va Apo Va PKK” de hate weşandin. Herçiqas Rêveberiya Turgut Ozal xwest weşanê bide rawestandin jî serkeftî nebû. Hevpeyvîn di raya giştî ya Tirkiye û dinyayê de deng veda. Roportajan bi wêneyên Akademiyê re dayîn rastiya Rêber Apo û PKK´ê cara yekem bi vê awayî raxist ber çavê raya giştî. Pişt re hejmarake zêde rojnamevan hatin Akademiyê bi Rêber Abdulah Ocalan re hevpeyvînan kirin û gerîla dane nasîn. Bi vî awayî weşandina hevpeyvînan xebatên girseyî pêşxist û tevlêbûna gerîla zêde kir.
Hezîran-Tîrmeh 1988:
Civîneke Rêveberiya Pratîkî hate kirin. Civîn li Botan Herekolê dest pê kir, li Pîroyê xilas bû. Di vê civînê de pratîkên li dijî gel û pratîkên çetewarî yên wekî Nîzametîn Taş, Şemdîn Sakik û hwd. hatin rexnekirin. Encam ji Rêber Abdulah Ocalan re hatin rapor kirin û li ser vê bingehê di Akademiya Mahsum Korkmaz de talîmat û nîqaşên ku çetegeriyê rexne û mehkûm dikin hatin pêşxistin.
12’ê Tîrmehê 1988:
Endamê Komîteya Navendî ya PKK´ê Rêheval Kasim(Numan Baxci), li Qada Xerzan Kozlukê bi Artêşa TC’yê re dikeve pêvçûnê û şehîd dikeve.
Mijdar 1988:
Li Stenbolê Kovara mehane ya bi navê “Vejîna Civakî” dest bi weşana xwe kir. Lê tenê karî şeş hejmar derxîne. Ev ji hêla dewletê ve hatibe qedexekirin kirin jî, piştî demekê xebata heyî bi navên wekî “Ûlke”,Ozgûr Gûndem”, “Ozgûr Halk” û “Azadiya Welat” hate berdewam kirin. Li Kurdistanê di payîza 1978’an de xebatên çapemeniya azad û weşangeriya şoreşgerî di şertên îlegal de destpêkir, piştî 1982’an li Ewropayê ev xebat hatiye berdewamkirin, piştî 1988’an jî bi riya metropolan dûbare tê Kurdistanê. Bi vî awayî bi saziya Çand-hunerê NÇM û bi saziya siyaseta demokratîk HEP’ê re yekem sazîbûna netewa demokratîk dihate avakirin.
19’ê Çile 1989:
Jina Kurd a Êzidî Rêheval Bêrîvan (Binevş Egal), li navenda Cizreyê bi dijmin re kete pêvçûnê û şehîd ket. Ji Ewropayê tevlê bibû û di xebatên Kongreya 3’yêmîn de cihê xwe girtibû. Şahadeta wê li ser jinên Botan û gelê wê bandoreke pir mezin çêkir.
Îlon-Cotmeh 1989:
Li herêma Botan Textareşê bi armanca çareserkirina pirsgrêkên têkoşîna gerîla civînekê hate kirin ku wekî “Konfernasa Textareşê” tê zanîn. Di vê civînê de lazim bû li ser bingehê xeta Serokatî pirsgrêkên gerîla hatiba nîqaş kirin, lê dewsa wê kesayetên wekî Botan, Ebubekîr, Hogir û Şemdîn Sakik xwestin pratîkên xwe yên çetewarî rewa bikin. Xelata serkeftinê ya ji hêla Rêber Abdulah Ocalan ve hatibû şandin dane Hogir. Rêber Abdulah Ocalan dema encamên civînê fêr dibe konferansê wekî “Xeta Çetegeriyê” pênase dike, ji ber vê konfenasê betal dike. Li ser vê bingehê bi pêşxistina talîmatan “Xeta çeteya çarmendî (çar kesî)” û “Çetegeriya Aware-asî” hate rexne kirin, bi vî awayî di nava gerîla de têkoşîna pêşengtiya bîrdozî hate gurkirin. Hate nirxandin ku çetegeriya li ser gerîla tê ferzkirin pêşengtiyê ji rê derxistine, bi vî awayî dixwazin di gerîlatiyê de pêşengtiya partiyê ji holê rakin, dixwazin gerila ji pêşengtiya rêxistinî, polîtîk û îdeolojîk a partiyê qut bikin, bikin rêbir-eşqiya, lazim e li dijî vê ferasetê li her qadê bi awayekî çalak xebatên partîbûnê, têkoşîna bîrdozî û perwerdeyê bêne pêşxistin.
25’ê Çile 1990:
Hevalê zaroktiya Rêber Abdulah Ocalan Rêheval Hemze(Hasan Bindal), di Akademiya Mahsum Korkmaz de bi komploya feraseta çetegeriyê ve şehîd hate xistin. Rêber Abdulah Ocalan di merasîma cenazeyê de hazir bû û êrîşê yekser wekî hedef girtina xwe nirxand û diyar kir ku lazim e di nava gerîla û partiyê de li dijî her awa çetegeriyê têkoşîna xetê zêdetir bê pêşxistin, mezinkirin.
13’ê Adarê 1990:
Gelê Nuseybînê Rêheval Kamûran Dûndar, Hecî Ebdûlkerîm Temel û endamên Komîteya Navendî Silêman Aslan û Abdulah Avci jî di navê de bi merasîmeke berfireh xwedî li 14 gerîlayên şehîd ketine derketin. Vê rewşê tirsa li ser girseyê şikand, di serî de jin hemû gel derkete kolanan û çalakiyên şermezarkirinê dane destpêkirin. Ev tevgera girseyî ku wekî serhildanên gel dihate bi nav kirin gund bi gund, qeza bi qeza belav bû, bi vî awayî civaka Kurd ji dewleta mêtînger qut bû, Şoreşa Vejîna Netewî pêşket. Şoreşa Vejîna Netewî, li Kurdistanê hem bû destpêka netewa demokratîk, hem jî bû destpêka Şoreşa Azadiya Jinê.
21’ê Adarê 1990:
Jina Kurd a çeleng Zekiye Alkan roja Newrozê derkete ser Sûrên Amedê û bi gotina “Newroz wiha tê pîroz kirin” bedena xwe da ber agir. Vê çalakiyê li ser civak û jinan bandoreke mezin û erênî çêkir. Rêber Abdulah Ocalan vê bûyerê wekî “Berxwedêriya Mazlum Doxan” pênase kir.
4-13’ê Gulanê 1990:
Wekî amadekariya Kongreya 4’emîn Konferansa 2’yemîn a PKK´ê li Akademiya Mahsum Korkmaz hate kirin. Pêkhateya kadroyên li Akademiyê tevlê Konferansê bûn. Konferans ji hêla Rêber Abdulah Ocalan ve hate rêvebirin û di her mijarê de nirxandinên berfireh kir. Konferansê pêvajoya siyasî û leşkerî nirxand, mijarên lazim e di asta kongreyê de bibin biryar, bêne plankirin zelal kir. Dîsa her awa çetegeriya ku li ser gerîla tê fezkirin rexne û mehkûm kir, li dijî ferasetên çetegerî girîngiya pêşxistina têkoşîna xeta rêxistinî-bîrdozî destnîşan kir. Encamên Konferansê ji welat re hatin neqil kirin, herçiqas li ser vê bingehê xwestin kongreyê bikin jî ji ber pêşketinên girîng ên siyasî û leşkerî kongre dereng ket.
26’ê Hezîranê 1990:
Endamê Komîteya Navendî ya PKK´ê Rêheval Îsmaîl Îbrahîm li Elbakê di pêvçûnê de şehîd ket. Rêheval Îsmaîl li Rojavayê Kurdistanê pêşengê koma destpêkê bû ku tevlê Tevgera Azadiyê bibû.
24’ê Tîrmehê 1990:
Endamê Komîteya Navendî ya PKK´ê Rêheval Harûn(Şehmus Yîğit), li Qada Gerdî nêzî Ava Hecîbeg dema perwerde dida di encama qezayeke de şehîd ket. Li Amed Navçeya Çêrmûkê hatiye dinê û dema li Dêrsîmê xwendekar e bi Cuma Tak û Mehmet Sevgat re tevlê tevgerê bibû.
2’yê Tebaxê 1990:
Artêşa Iraqê kete Kuweytê û di şevekê de dagir kir. Rêveberiya Kuveytê ji welat reviya. Rêveberiya Amerîkayê pêşî piştgirî da dagirkeriyê, pişt re bi hinceta dagirkeriyê li dijî Rêveberiya Sedam Hûseyîn kete nava liv û tevgerê. Ji hêlêkî ve xwest tifaqekê herêmî û kûrevî ava bike, ji aliyekê din ve jî di serî de Kendav xwest Rojhilata Navîn bi çek û leşkerê xwe tijî bike. Bi vî awayî pêvajoya têkoşîn û gengeşiya ku jê re dibêjin “Qeyrana Kendavê” destpêkir. Rêveberiya Yekîtiya Sovyetan nekarî destekê bide hevkarê xwe-Rêveberiya Iraqê, vê rewşê pêvajoya hilweşandina Rêveberiya Yekîtiya Sovyetan leztir kir. Rêveberiya Amerîkayê piştî amadekariyan, şeveqa di 17’ê Çileya 1991’an de ji hewa ve dest bi bomberana Bexdayê kir. Roja 27’ê Sibatê ji Kendavê leşker derxiste Kuweytê û derbeke giran li artêşa Iraqê da. Ji ber vê Rêveberiya Sedam Hûseyîn leşkerên xwe yên li Bakur û Başûrê Iraqê kêşa derdorê Bexdayê û bi vî awayî di yekcarî de Irak bû sê parçe û Başûrê Kurdistan ji serweriya dewletê rizgar bû. Ev rewş hem ji hêla dinya û herêmê ve û hem jî ji hêla Kurdistanê ve pêvajoyeke nû ya siyasî-leşkerî derxiste holê. Pişt re hemû pêşketinên siyasî-leşkerî yên di asta kûrevî û herêmî de derketin holê li ser vê rewşê pêşketin. Rêber Abdulah Ocalan rewşa derketiye holê nirxand; diyarkir ku hem Rêveberiya Sedam Hûseyîn wê bi temamî ji holê rabe, hem jî di rewşa heyî de Amerîka bi hêz nebûye, berovajî lawaz ketiye.
26-31’ê Kanûnê 1990:
Kongreya 4’emîn a PKK´ê li Qada Heftanîn a Başûrê Kurdistanê, li qadên azad yên di bin serweriya gerîla de hate kirin. Ev kongre piştî kongreya yekemîn dibe kongreya duyemîn ku li Kurdistanê hatiye kirin. Rêber Abdulah Ocalan Kongreya 4’emîn wekî “Kongreya Gel” penase kir. Ji herêmên cuda yên şer derdorê 80 kadro tevlê kongreyê bûn. Kongreyê hem pêvajoya nû ya bi qeyrana Kendavê destpêkiriye girt dest hem jî encamên pratîka şerê çar salan nirxand. Çetegeriya li ser gerîla tê ferzkirin mehkûm kir. Ji ber pratîka çetegerî di derbarê Şemdîn Sakik de biryara lêpirsînê da. Li ser xeta Rêbertiyê biryara pêşxistina pêşengtiya partiyê da. Dîsa biryarên wekî mezinkirina artêşê, afirandina qadên sor, bi vî awayî avakirina herêmên rizgarî hatin girtin. Kongre di bin bandora giran a Şerê Kendavê de pêkhat. Ji ber vê yekê ji bo kongreyê bi lez temam bikin û xwe bigihînin qadên şer hin xal hatin nerm kirin. Li şûna platforma rexnedayînê ji Rêbertî re nivîsandina raporên takekesî yên rexnedayînê têrker hate dîtin. Xebatên kongreyê bi hilbijartina Komîteya Navendî hate temam kirin. Jixwe piştî kongre temam bû şûnde di nava demeke kûrt de Şerê Kendavê dest pê kir. Mehmet Şener ku di zindana Amedê de maye û tevlê Kongreya Yekemîn jî bûye xwest fikrên xwe yên li dijî gerîla bi rêbazên qirêj di kongreyê de bi bandor bike, lê serkeftî nebû.
Adar-Gulan 1991:
Rêber Abdulah Ocalan hem ji ber pratîka girtîgehê û hem jî ji ber nêzîkatiya wî ya neyînî yê li beramberê gerîla piştî Kongreya 4’emîn erkê pratîkî neda Mehmet Şener û ji bo zelal bibe xiste lêpirsîne. Mehmet Şener ji hêla Sari Baran û Ebdurehman Kayikçi ve ku lêpirsînê didan meşandin hate revandin, bi hev re derbasê Rojava bûn. Li vir “PKK Vejîn” damezrandin. Li ser vê esasê li dijî partiyê xebatên parçe kirinê pêşxist. Xwest bandor li ser zindanan bike. Rêber Abdulah Ocalan vê feraseta tasfiyeger-provokatîv a li dijî gerîla mehkum kir. Koma tasfiyeger bê ku zêde zirar bide hate asteng kirin. Lê derbaskirina vê wext girt û westandin çêkir. Rêber Apo vê rewşê nirxand û kadroyên ji zindanê derketine li Akademiyê kom kir û biryar da konferansa zindanê çêke.
7’ê Hezîran’ê 1991:
Endamê Komîteya Navendî ya PKK´ê Rêheval Ebdulqadir Bekiroxlu ku bi navê “Tercûman Yusuf” dihate nasîn li Çiyayê Cudî şehîd ket. Rêheval Yusuf ji Hesenkeyfê û bi eslê xwe Ereb bû, demeke dirêj li gel Rêber Abdulah Ocalan wekî tercûman erk meşandibû. Berê jî, di 29’ê Adara 1991’an de li xeta Cudî-Heftanînê Rêheval Kara Omer(Haydar Altûn) şehîd ketibû.
8’ê Hezêranê 1991:
Ji bo valatiya ku li Başûrê Kurdistanê derketibû holê bi xeta azadiyê bê dagirtin li ser bingehê nirxandinên Rêber Abdulah Ocalan Partiya Azadiya Kurdistanê-PAK hate damezrandin. Di meha Cotmeha 1992’an de di şerê Başûr de hêzên PDK û YNK’ê herî zêde PAK kirin hedef.
19’ê Hezîranê 1991:
Endamê Komîyeta Navendî ya PKK´ê Rêheval Mahîr(Ahmet Gûler), li Qada Serhedê di pêvçûnekê dijmin de şehîd ket. Rêheval Mahîr ji qada Serhedê bi Akîf Yilmaz, Mahîr Can û Îdrîs Okmen re wekî koma destpêkê tevlê Tevgera Azadiyê bibûn.
7’ê Tîrmehê 1991:
Partiya Kedê ya Gel(HEP) ku ji ber têkoşîna gerîla ji bo nirxandina rewşa siyaseta demokratîk hatiye damezrandin, Serokê wî yê Bajarê Amedê Vedat Aydin ji hêla kontrgerîla ve hate qetilkirin. Berê di girtîgehê de mabû û welatparêzêkî têkoşer bû. Piştî çend rojan cenazeyê wî li nêzî Erxeniyê hate dîtin. Li Amedê merasimeke dîrokî hate kirin. Bi tevlêbûna sed hezaran, cenazeyê spartin axê. Kontrgerilayên TC’yê êrîşê merasima cenazeyê kirin û ji bîst zêdetir welatparêz hatin qetilkirin. Bûyera Vedat Aydin ji milekî ve hem bû lûtkeya serhildanên gel hem jî êrîşên kontrgerîla.
23-28’ê Tebaxê 1991:
Konferansa Berxwedana Zindanê ya 1’emîn a PKK´ê, bi tevlêbûna 50 kadroyên ku ji zindanê derketine li Akademiya Mahsum Korkmaz hate kirin. Konferansê Rêber Abdulah Ocalan amade kir û rêvebir. Beriya konferansê nîqaş û amadekariyên girîng hatin kirin. Konferansê hest, fikir û nêzîkatiyên bi Xeta Berxwedana Zindanê ya 1982’an re nakok in mehkûm kir û li ser vê esasê biryarên girîng ên bi xeta Serokatî re yekbûnê pêşdixe girt. Bi vî awayî li zindanan bandora tasfiyegeriya Mehmet Şener bi temamî hate derbas kirin. Bi asta xwe ya rexne û rexnedayînê kadroyên ji zindanê derketin û hêza kadro ya li zindanê bi rastiya gerîla re kire yek.
20’ê Cotmehê 1991:
Li Tirkiyeyê hilbijartina pêşwext hate kirin. Serokwezîr Mesût Yilmaz konsepta şerê taybet-faşîst a topyekûn ku ji hêla endamê kontrgerîla û Serokê Erkana Giştî Doxan Gûreş ve hatibû amadekirin mohr kir. Piştî vê Mesût Yilmaz biryara hilbjartina pêşwext da. Serokê Giştî yê SHP´ê Erdal Înonû xwest bi HEP’ê re tifaqa hilbijartinê bike. Lê heman Erdal Înonû bi hinceta ku li Parîsê tevlê Konferansa Kurd bibûn, wekilên Kurd ên partiya xwe ji partiyê avêtibû, wan wekîlan jî HEP’ê damezrandibûn. Rêber Abdulah Ocalan polîtîkaya Erdal Înonû guncav dît û bi vî awayî bi tifaqa SHP-HEP ketin hilbijartinê. Piştî hilbijartinê hikûmeta koalîsyona DYP-SHP hate damezrandin. Partiya Kedê ya Gel(HEP) ji lîsteya SHP´ê ji bîst zêdetir wekîl derxist û bi vî awayî di meclîsê de mafê avakirina kom li dest xist. Li ser vê esasê qada siyaseta demokratîk ji serhildanên gel bigire heya meclîsê belav dibe. Rêber Abdulah Ocalan vê rewşê di asteke de wekî ‘nermkirina têkoşîna dijwar’ nirxand.
20’ê Kanûnê 1991:
Endamê Komîteya Navendî ya PKK´ê Rêheval Mervan(Aydın Adsay) li navenda Sêrtê di komploya dijmin de şehîd ket. Roja 3’yê Çileya 1992’an jî endamê Komîteya Navendî Rêheval Xeyrî(Mehmet Salih Şahin) li çoltera Tetvanê ji ber aşûtê şehîd ket.
21’ê Adarê 1992:
Rahşan Demîrel ê ji Nuseybînê ye, li Îzmîr Kadîfekaleyê bi armanca pîrozkirina Newrozê laşe xwe da ber agir. Bûyer li ser Kurdên metropolan bandoreke erênî çêkir.
11’ê Gulan’ê 1992:
Rêheval Hozan Mizgîn(Gurbet Aydin) dema di Fermandariya Eyaleta Garzanê li ser erka xwe bû li Tetvanê di pêvçûna dijmin de şehîd ket. Bi Hozan Serhed re HUNERKOM’ê damezrandibûn û di erka Berpirsyartiya Ewropayê de jî cih girtibû.
14-16’ê Tebaxê 1992:
Di salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê de Dewleta TC’yê bi hinceta “wê PKK serhildan bike” li Şirnexê qetlîam kir. Bi sedan mirov hatin qetilkirin û birîndarkirin. Bi sedan mal û kargeh hatin wêrankirin. Pişt re dewletê heman qetlîaman li bajar û qezayên din jî domand. Bi armanca şermezarkirina qetlîama Şirnexê roja 17’ê Tebaxê li Hewlêr û Silêmaniyeyê xwepêşandanên berfireh ên gel hatin kirin. Bi armanca astengkirina van protestoyan di êrîşê PDK’ê de Rêheval Necbîr şehîd ket.
Îlon 1992:
Girêdayê zexta giran a Dewleta TC’yê li ser Rêveberiyên Lubnan û Surîyeyê Akademiya Mahsum Korkmaz a Lubnanê xebatên xwe yên perwerdeyê da rawestandin.
20’ê Îlonê 1992:
Zanayê Kurd Musa Anter, di êrîşekî kontrgerîla de li Amedê hate qetilkirin. Ji bo perçiqandin û astengkirina serhildanan, êrîşên kontrgerîla yên gelê welatparêz dikir hedef gihiştibû vê astê.
4’ê Cotmehê 1992:
Pıştî ku Parlamentoya Başûrê Kurdistanê roja 2’yê Cotmehê biryara “Bila PKK ji Başûrê Kurdistanê derkeve” da, roja 4’ê Cotmehê hêzên TC-PDK-YNK’yê bi hev re bi piştgiriya Amerîkayê di serî de li Heftanîn û Xakurkê êrîşê hemû hêzên gerîla yên ser xeta sînor kirin. Êrîş di heman demê de hêzên PAK(Partiya Azadiya Kurdistanê) jî kire hedef. Du-sê hefte pêvçûnên giran çêbûn. Dixwestin hêzên gerîla bi temamî têxin dorpêçê û biperçiqînin. Hêzên Heftanînê piştî berxwedana sê hefteyan piraniya hêzên xwe kêşa Botanê. Hêzên Zap-Avaşîn jî xwe kêşa ser sînor. Lê di nava Rêveberiya Xakurkê de teslîmiyet pêşket. Dema rewşa dorpêçê pêş dikeve Ferhat(Osman…) bi YNK´ê re li hev dike û bi vî awayî xwe dikêşin qada Zelê ku di bin kontrola YNK’ê de ye. Hin yekîneyên gerîla vê qebûl nekirin û xwe kêşan xeta sinorê Şemzînanê. Ji Dêrsîmê Rêheval Berîtan(Gûlnaz Karataş) jî piştî ku heya guleya xwe ya dawiyê li ber xwe dide, çeka xwe dişkîne û roja 25’ê Cotmehê xwe ji zinarê bi gotina “Bijî Serok Apo” berdide xwarê. Rêber Abdulah Ocalan van pêşketinan nirxand, pêşneketina gerîlatiya rast rexne kir û feraseta teslîmiyetê mehkûm kir. Xeta berxwedana PKK´ê wekî Xeta Şehîd Bêrîtan destnîşan kir. Di dîroka PKK´ê de ji vî şerî re “Şerê Başûr” hate gotin.
12’ê Cotmehê 1992:
Endamê Komîteya Navendî ya PKK´ê Rêheval Şiyar(Kazim Kulu) li Botan Çiyayê Gabarê di pêvçûna dijmin de şehîd ket. Rûxmê ku di temenêkî ciwan de tevlê Partiyê bibû, li qadên cuda cuda erkên girîng dabû meşandin.
Çile-Adar 1993:
Rêber Abdulah Ocalan ji bo bikare li ser xeta gerîla kombûn û sererastkirineke çêke, texrîbatên Şerê Başûr bide derbaskirin hemû hêzê xiste perwerdê. Li ser xeta partiyê rexnedayîna fermandartiyê pêşxist. Li ser bingehê talîmatên amadekir hemû hêza fermandariyê rapora rexnedayînê nivîsand û ji platformên partiyê derbas bûn. Bi vî awayî di asteke girîng de amadekarî û serarastkirin çêbû.
17’ê Adarê 1993:
Têkiliyên Celal Talabanî bi Serokomarê TC’yê Turgut Ozal re hebû. Bi navbeynkarî û hewildana Celal Talabanî Rêber Abdulah Ocalan 25 roj agirbest îlan kir. Agirbest 20’ê Adarê destpêkir. Heya li ser hêzên gerîla êrîş çênebûna wê hêzên gerîla çalakî nekiriba. Ger pêşketin erênî bûya wê rewş hatiba nirxandin û agirbest dîsa bihata dirêjkirin. Îlana agirbestê li Lubnanê bi civîna çapemeniyê pêkhat. Ji agirbestê re eleqeyeke mezin hate nîşandan. Piştî 25 rojan bi civîneke duyemîn a çapemeniyê agirbest hate dirêj kirin. Lê roja 17’ê Nîsanê ji bo muxatabê agirbestê Turgut Ozal gotin “Mirî ye.” Rêber Abdulah Ocalan diyarkir ku “hatiye kuştin.” Li ser vê bingehê çeteya Gûreş-Agar-Demîrel-Çîler Rêveberiya TC’yê xistin destê xwe, hem li ser bingehê konsepta şerê taybet-topyekûn li dijî PKK´ê êrîş meşandin, hem jî alîgirên Turgut Ozal yên di nava dewletê de perçiqandin. Ji ber vê agirbest veneguherî pêşketineke stratejîk, di asta gavekî teqtîkî de ma. Li Kurdistanê şer bi dijwarî û berfirehtir berdewam kir.
…Hezîran 1993:
Nûnerên hilbijartî ji herêmên cuda yên Kurdistanê û derveyî welat ji bo avakirina “Meclîsa Netewî ya Kurdistanê(KUM) li Zelê kom bûn. Destpêkê eleqeyeke pir mezin hebû, lê ji bo pêşketinê zemîna pêwîst a leşkerî-siyasî li welat nedît, pêşneket, ji ber vê bi rêve neçû.
26’ê Mijdarê 1993:
Meclîsa Federal a Elmanyayê bi biryarekê PKK’ê wekî “rêxistina sûçê” dît û qedexekir. Dadgeha Dûseldorfê jî PKK’yîyên ku di navbera 24’ê Cotmehê 1989- 7’ê Adarê 1994’an de dadgeh dikir li ser esasê vê biryarê ceza da.
28’ê Çileyê 1994:
Qampa Zelê ji hêla balafirên şer ve hate bombebaran kirin.
2’yê Adarê 1994:
Wekilên DEP’î yên destnedayîna wan hatin rakirin di meclîsa TC’yê de hatin girtin. Hin ji wan ji bo neyên girtin derketin derveyî welat. Roja 16’ê Hezîranê Partiya Demokrasî DEP hate girtin.
5-15’ê Adarê 1994:
Di payîza 1993-1994’an de wekî berdewamiya Akademiya Mehsum Korkmaz Dibistana Navendî ya Partiyê vebû û dest bi perwerdeya kadro kir. Di dawiya dewreya destpêkê, navbera 15-21’ê Adarê de li Dibistana Navendî ya Partiyê Konferansa 3’yemîn a PKK’ê hate lidarxistin. Kadroyên li qadê û pêkhateya dewreyê tevlê Konferansê bûn. Rêber Abdulah Ocalan seranserê dewrê pirsgrêkên sosyalîzmê, artêşbûna jin û erkên partîbûna rast nirxand, li dijî ferasetên “noker-çeteger” û Nexweşiya desthilata zû” rexneyan pêşxist û mehkûm kir. Bi vî awayî amadekariyeke bi hêz hatin kirin. Ji ber vê yekê di konferansa 3’yêmîn de nirxandinên bi hêz hatin kirin û biryarên girîng hatin girtin. Li ser vê bingehê li dijî êrîşên şerê taybet-topyekûn ên çeteya Çîler-Gûreş-Axar amadekariyên berxwedana şoreşgerî ya topyekûn hatin kirin.
21’ê Adarê 1994:
Bi armanca şermezarkirina zêdebûna êrîşên li Kurdistanê û destek dayîna dewletên Ewropayê ji qetlîamên TC’yê re, şoreşgerên jin ên bi navê Berîvan(Nîlgûn Yildirim) û Ronahî(Bedriye Taş), li Elmanya bajarê Mannheîm’ê bedena xwe dan ber agir. Rêber Abdulah Ocalan vê helwestê wekî “Berxwedêriya Mazlûm” û “Di agir de bi şewatê azadbûn” girte dest.
14’ê Nîsanê 1994:
Rêheval Cuma(Selim Ûlker) fermandarê gerîla li Çiyayê Cudî di pêvçûna artêşa Tirk de şehîd ket. Pişt re ji hêla Kongreya Partiyê ve wekî endamê rûmetê yê Komîteya Navendî hate hilbijartin. Vê bûyerê li Botanê li ser berxwedana di sala 1994’an de pêşket bandor kir.
2’yê Gulanê 1994:
Di navbera PDK û YNK’ê de şerê navxweyî destpêkir û Rêveberiya Başûrê Kurdistanê li ser esasê Hewlêr û Duhokê bûne du beş, parçe bûn. Di sala 1995’an de Rêveberiyên Amerîka û TC’yê ji bo bikarin PDK û YNK’yê dîsa li dijî PKK´ê bînin gel hev li Dublîn, Paytexta Îrlandayê hevdîtinan dane destpêkirin.
15’ê Tebaxê 1994:
Di salvegera dehemîn a Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxê de Rêber Abdulah Ocalan, li Dibistana Navendî ya Partiyê nirxandinên bi hêz kir û got “Vejîn temam bû, dora rizgariyê ye.” Şeva 31’ê Tebaxê jî Dibistana Navendî ya Partiyê komkir. Di nirxandinên xwe de got “Yên digotin em ê we tine bikin bi xwe tinebûn çûn, lê em bê teredût li ser piyan in.”
27’ê Îlonê 1994:
Endamê rûmetê yê Komîteya Navendî ya PKK´ê Rêheval Zeynel(Celal Barak) li Dêrsîmê di pêvçûna dijmin de şehîd ket. Rêheval Zeynel demeke dirêj di zindanên TC’yê de dîl ma û xeta berxwedana dîrokî ya zindanê di fermandartiya gerila de zindî kir.
9’ê Cotmehê 1994:
Endama Komîteya Navendî ya PKK´ê û fermandara gerîla Rêheval Azîme(Mihriban Saran), li Botan Çiyayê Herekolê di pêvçûna dijmin de şehîd ket. Hin kadroyên partiyê di salên 1980’an de derketin derveyî welat û li qada Lubnan-Fîlîstînê perwerde dîtin. Rêheval Azîmê jî di nava wan kadroyan de bû. Dîsa li navenda Colemêrgê xebatên partiyê yekem car ji hêla Rêheval Azîme ve tê destpêkirin.
8-27’ê Çileya 1995:
Kongreya 5’emîn a PKK´ê li eniyên cuda yên şer û ji qadên cuda yên xebatan bi tevlêbûna 231 delegeyên eslî û 86 delegeyên ku mafên wan ên deng dayînê nine, li qada Heftanînê Başûrê Kurdistanê dest pê kir. Rêber Abdulah Ocalan ji Kongreyê re raporeke nivîskî pêşkêş kir û nirxandinên berfireh kir. Cara ewil daneyên îdeolojîk û felsefî yên guhertina paradîgmayê li vir xwe dane der. Kongre bi dirûşmeya “Bibin PKK’yî Şerê Bi Ser Bixin” hate meşandin. Kongreya 5’emîn piştî rûxandina sosyalîzma pêkhatî dibû kongreya ewil a PKK’ê. Ji ber vê yekê remza partiyê hate guhertin, di programê de hin guhertin hatin kirin, rêzik û rêziknameyeke nû ya gerîla hate amadekirin. Rêber Apo Kongreya 5’emîn wekî “Kongreya Reformê” pênase kir. Kongre pratîka şer a çar salên derbasbûyî ser bingehê rexne û rexnedayînê bi berfirehî nirxand. Pratîkên Zelê, Zagros û Amedê hatin dadgeh kirin, rêveberî bi raporên nivîskî derketin platforma rexnedayînê. Di kongreyê de li ser partîbûn, artêşbûn û desthilatdarbûna siyasî ya sor(kızıl) biryarên berfireh hatin girtin. Kongreyê Endamên Komîteya Navendî ji nû ve hilbijart û wekî kongreya sererastkirin-dadgehkirinê xebatê xwe temam kir. Rêber Abdulah Ocalan xwest Kongre li Metînayê bê kirin, li gorî vê jî li dijî operasyoneke muhtemel a TC’yê hatibû plankirin ku hêzên leşkerî xwe li ser esasê taximan ji nû ve rêxistin bikin û amadekariyan bikin. Kongre di van mijaran de di fêmkirin û pêkanîna Rêbertî de lawaz ma. Ji ber vê piştî kongreyê di civîna Komîteya Navendî de û pişt re jî Rêber Apo ji bo sererastkirina vê rewşê têkoşîneke girîng da meşandin.
8-18’ê 1995:
Kongreya 1’emîn a Jina Azad bi tevlêbûna 250 delegeyan li qada Başûrê Kurdistanê, Metînayê hate kirin. Rêber Abdulah Ocalan ji kongreyê re nirxandinên berfireh dike. Pêşiya vê, tasfiyegeriya Ferhat dixwest li Zelê qaşo kongreya jin çêke, ev ji hêla Rêber Apo ve hate redkirin û li ser vê bingehê amadekariyên bi hêz hatibûn kirin. Kongre li ser xeta azadiya jinê, rêxistinbûna jina azad û artêşbûna jinê nirxandinên berfireh kir û biryarên dirokî girt. Wekî rêxistinbûna azad û xweser biryara damezrandina “Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistanê-YAJK’ê” da. Li ser vê bingehê damezrandina yekîneyên jina azad kire biryar. Bi hilbijartina xebatên YAJK’ê xebatên xwe bi serkeftî temam kir. Piştî Kongreyê civîna Rêveberiyê hate kirin, lê ji ber “Operasyona Çelîk” a artêşa TC’yê kêmekî zehmetî dît.
19’ê Adar’ê-Gulan 1995:
Artêşa TC’yê piştî 19’ê Adarê bi navê “Operasyona Çelîk” li dijî qadên çiyayî yên li ser sînorê Başûrê Kurdistanê êrîşêkî berfireh meşand. Ev cih, qadên bingehîn ên gerîla bûn. Êrîş bi du qonaxan hate meşandin. Di qonaxa ewil de êrîş birin ser qadên Heftanîn, Metîna û Xakurkê. Di qonaxa duyemîn de jî êrîşê qadên Zap û Avaşînê kirin. Qasî du meh û nîv li van qadan pêvçûnên giran çêbûn. Di astekê de derb li artêşa TC’yê hate xistin. Lê derbeya heyî ne di asta xwesteka Rêber Apo de çêbû, ne jî di asta propagandaya artêşa TC’yê de windahiyên gerîla çêbibûn. Wekî Bakur rewşekî bi pêvçûn pêşket.
30’ê Adarê 1995:
Televîzyona ewil a Kurd Med-TV li Brûkselê dest bi weşana xwe kir. Heya 22’yê Adarê 1999’an weşana xwe bê navber domand. Rêber Abdulah Ocalan di perwerde û araste kirinê de televîzyonê bi awayekî bandor bikaranî.
12’ê Nîsanê 1995:
Bi navê “Parlamentoya Kurdistanê ya Derveyî Welat-PKDW” li sirgûnê Parlamentoya Kurdistanê ya Ewropayê hate îlan kirin. Di Parlamentoyê de Kurdên siyasetmedar û rewşenbîrên li sirgûnê cih girtin. Ji bo neyên girtin wekilên DEP’ê yên derketibûn derveyî welat di vî karî de roleke çalak lîst in.
26’ê Tebax-3’yê Kanûnê 1995:
11’ê Tîrmehê PDK û YNK di bin kontrola ABD û TC’ yê de li Dublîn, Paytexta Îrlandayê kombûn û peymanek mohr kirin. Esasê peymanê ser dijîtiya PKK’yê bû. Herçiqas Rêber Abdulah Ocalan hişyar jî kiribe li gorî wê tevgerandin çênebû. Ji bo xirakirina vê pêymanê, tola êrîş û xiyaneta Cotmeha 1992’an girtin û li Behdînanê ji bo afirandina herêmêkê rizgarkirî, piştî 26’ê Tebaxê heya 3’yê Kanûnê li dijî PDK´ê têkoşîneke çekdarî hate meşandin. Ji vî re gotin “Şerê Başûr a Duyemîn.” Şer nêzîkê sê meh û nîv berdewam kir. Asta şer carnan bilind dibû, carnan jî dadiket. Carnan PKK bi bandor bû û Bamernê’yê xiste dest. Carnan jî PDK bi bandor bû, li Metîna û Avaşînê di asteke de derb li gerîla da. Di encamê de peymana Dublînê xirab bû û ji PDK´ê heya radeyekê hesaba 1992’yan hate pirsîn, lê derveyî saxlemkirina eniyên gerîla herêmekî rizgarkirî nehate bi dest xistin. 3’yê Kanûnê bi îlana agirbesta Rêber Apo pêvçûn xilas bûn. Pişt re agirbesta heyî TC’yê jî girte nava xwe, bi vî awayî agirbest veguherî agirbesta duyemîn a giştî. Civîna Komîteya Navendî ya PKK´ê meha Kanûnê li Zap-Şîvê hate kirin. Encam ji hêla vê civînê ve hate nirxandin.
23’yê Nîsanê 1996:
Endamê Komîteya Navendî ya PKK´ê û Fermandarê Eyaleta Amedê Rêheval Cemal(Mahmut Gûl), di pêvçûna dijmin de li Amedê şehîd ket.
1-15’ê Gulanê 1996:
Konferansa 4’emîn a PKK´ê bi navê “Konferansa Rojhilata Navîn” li Dibistana Navendî ya Partiyê hate kirin. Pêvajoya têkoşîna dijwar a sala 1995’an nirxand û ji van dersên pratîkî derxist. Di heman demê de plana têkoşîna sala nû jî kir. Dema konferans berdewam dikir, di 6´ê Gulanê de êrîşê leşkerî yê dijmina qirker-faşîst pêkhat.
6’ê Gulanê 1996:
Kontrgerîlayê Tirk li dijî Rêber Abdulah Ocalan û Konferansa 4’emîn a li Dibistana Navendî ya Partiyê dihate lidarxistin êrîşê sabotajê kir. Otobûseke biçûk bi pênc sed kg teqemeniyê ve ji Wêranşarê di bin Şamê, li nêzîkê Dibistana Navendî ya Partiyê diteqînin. Teqîn, li ser Rêber Abdulah Ocalan zêde bandor nekir, lê li mektebê hin texrîbat çêbûn. Rêber Abdulah Ocalan, girêdayê bûyerê, di nirxandinên kirî de bal kişand ser nakokiya Tansu Çîler û Mesût Yilmaz, bi taybetî bal kişand ser dîroka 6’ê Gulanê; roja darvekirina Denîz û hevalên wî. Dewleta TC’yê ji agirbestê re wiha bersiv dabû. Ji ber vê yekê agirbest jî xilas bû.
…Gulan 1996:
Di dawiya meha Gulanê de li Biryargeha Navendî bi navê “Civîna 1’emîn a Konseya Leşkerî” civîna fermandarîyê hate kirin. Civîn êrîşê 6’ê Gulanê nîqaş kir û biryar da bersiva pêwîst bê dayîn. Xeta çete-noker ku Şemdîn Sakik nûnertiya wê dikir zirar da civînê.
1’ Hezîranê 1996:
Endamên Komîteya Navendî ya PKK’ê Rêheval Kemal(Hasan Akbaş) û Xelîl(Nehro Îbrahîm), li qada Xerzanê di pêvçûna dijmin de bi hev re şehîd ketin.
30’ê Hezîranê 1996:
Gerîlaya Jina Kurd Zîlan(Zeynep Kınacı), li navenda Dêrsimê ji her aliyê ve çalakiyeke fedaî ya serkeftî pêkanî. Yekîneyeke leşkerên TC’yê dema di îçtîmayê de bûn kire hedef û tasfiye kir. Cara ewil e PKK´ê bi vê şêwazê çalakir dikir. Ji ber serkeftina çalakiyê û ji hêla gerîlayeke jin ve li darxistina çalakiyeke wiha mohra xwe li pêvajoyê xist. Çalakî hem dibû şêwazeke nû, hem jî li dijî êrîşê 6’ê Gulanê dibû bersiveke serkeftî. Bi vî awayî rêxistinbûna jina azad û artêşbûna gerilaya jin vediguherî rastiyekê. Rêber Abdulah Ocalan vê rewşê ji her aliyê ve nirxand, diyar kir ku Zîlan “Qanûna Jiyana Azad e” û Xwedawenda Azadiyê ye.” Dîsa got “Zîlan fermandar e, em jî şervanê wê ne.”
17-23’yê Tebaxê 1996:
Li Biryargeha Navendî bi navê “Civîna 2’yemîn a Konseya Leşkerî” bi tevlêbûna pêkhateya fermandeyê civînek hate kirin. Di civînê de li Tirkiyeyê guhertina hikûmetê, şerê PDK-YNK’ê û li dijî Başûr gefên operasyona TC’yê hatin nirxandin. Li ser pratîka Biryargeha Navendî û li ser bingehê lêpirsîna di derbarê Şemdîn Sakik de hatiye destpêkirin de vesazî û planlamayên nû yên erk dayînê hatin kirin.
31’ê Tebax-Cothem’ê 1996:
PDK´ê bi rêveberiya Sedam Hûseyîn re li hev kir û YNK’ê ji Hewlêrê derxist. Rêveberiya YNK’ê Hewlêr û Silêmaniyeyê berda, reviya Îranê. Bi navbêynkariya hin hêzan YNK dûbare vegeriya Silêmaniyê. Lê Hewlêr kete destê PDK’ê.
4’ê Cotmehê 1996:
Endamê rûmetê ya Komîteya Navendî ya PKK´ê Rêheval Dr. Sîrwan(Kawa Elî Salih), li Dukan Gundê Qeleçoxayê bi çar rêhevalên xwe re di kemîna PDK’ê de şehîd ketin. Li Silêmaniyê hatibû dinê û ji Ewropayê tevlê PKK’ê bibû. Yek ji wan kadroyên ewil e ku ji Başûrê Kurdistanê tevlê PKK’yê bibû.
…Çile 1997:
Civîna berfirehkirî yê Komîteya Navendî ya PKK’ê li Zap-Şîvê hate kirin. Di sala 1996’an de li Dêrsîmê Rêheval Zîlan çalakiya fedaî li darxistibû, endamên Komîteya Navendî Rêheval Cemal li Amedê, Kemal û Xelîl jî li Xerzanê şehîd ketibûn. Civîn pratîka sala derbasbûyî nirxand û li ser vê esasê sala 1997’an plan kir. Rêber Abdulah Ocalan li ser bingehê teqtîka şer ê girêdayê eraziyê danî pêşiya partiyê. Hedef afirandina qadên rizgarkirî bû. Li ser vê bingehê vesaziya erk û sîper girtineke nû derxistin holê.
14’ê Gulanê 1997:
Tifaqa TC-PDK´ê xwest bi navê “Hereketa Çekîç(çakûç)” li Zapê Biryargeha Navendî ya ARGK’ê bixe, li ser vê esasê êrîşan dane destpêkirin. Êrîş bi hêzeke zêde û di qadeke teng de hate meşandin, bi temamî Zap bû hedef û hêza dijmin kete Geliyê Zapê. Rêber Abdulah Ocalan li dijî vê, hêza Zagros û Zapê kire yek û rêveberiyê kom kir talîmata “vegerandina Zapê” da. Di destpêkirina pêngavê de ji hêla gerîla ve firokeya fermandariya operasyonê hate xistin. Piştî vê hêzên TC’yê bi lez xwe paşve kêşan, hêzên PDK´ê bi awayekî bi bandor hatin lêdan û Geliyê Zapê hate rizgarkirin. Vê rewşê ji bo pêkanîna plannameya Komîteya Navendî bingehekî pir guncav afirand. Li ser vê esasê li Başûr, Zagros û li Botanê seranserê havînê pêşketineke bi hêz a leşkerî çêbû. Lê ji ber ku çetegeriya di nava Biryargeha Navendî de bi cih bibû di asteke têrker de tedbîrên parastinê bi pêş nexist, destkeftiyên heyî hatin windakirin.
16’ê Gulanê 1997:
PDK’ya ku bi TC re êrîşê leşkerî yê 14’ê Gulanê pêşxistibû, li dijî kadro û sempatîzanên PKK’ê yên li Hewlêrê dihatin derman kirin û kar dikirin qetlîam kir. Rêheval Hêlîn Serhed, Salih(Hasan Axaç) û Ozan (Omer Ozsokmenler) jî di navê de derdorê 70 welatparêz û şoreşger qetil kir.
25’ê Îlon-Kanûnê 1997:
Îtifaqa TC-PDK li dijî qada sînor a Başûrê Kurdistanê bi navê “Operasyona Şafakê(şeveq)” êrîşekî berfireh da destpêkirin. Li ser têkçûyîna xwe ya Gulanê sekinîbûn û amadekariyeke berfireh hatibû kirin. Hemû qada hewayî ji balafirên TC’yê re hate vekirin. Tankên TC’yê ketin hemû qadên PDK´ê. Êdî teknîka tank, lazer û termalê dikaribûn bi hev re bikar bînin. Li ser vê bingehê tam sê mehan herêm bi herêm dorpêç kirin û bi vî awayî xwestin êrîşên perçiqandinê bidin meşandin. Li dijî van êrîşên berfireh hêzên gerîla bi lehengane li ber xwe dan. Lê rêveberiya bi bandor a çeteger tedbîrên parastinê negirtibû. Di encamê de gerîla mecbûr ma qezayên wekî Bamernê, Sîdeka, Çoman, Hecî Umran berde û xwe paşve bikşîne. Derveyî vê hejmareke zêde şehîd û bîrîndar jî hatin dayîn. Rêber Abdulah Ocalan rewşê nirxand, li her qadê pêvajoya sererastkirin û rexnedayînê pêşxist. Li ser vê esasê Şemdîn Sakik ku nedixwest biçe Amanosê ji kadrotiya partiyê hate avêtin. Tam sê meh li dijî van êrîşan di nava berxwedana lehengane ya gerîla pêşxist de ji du sed zêdetir şehîd hatin dayîn. Şeva 8’ê Cotmehê di navbera Zap-Garê de Rêheval Zeynep(Gurbetellî Ersoz) û koma wê şehîd ket. Şeva 26-27’ê Cotmehê endama rûmetê ya Komîteya Navendî ya PKK´ê Meryem Çolak û koma wê gihişte şahadetê. Roja 17’ê Mijdarê endamê Komîteya Navendî ya PKK Rêheval Harun(Sûreya Ozbey), dema diçû Eyaleta Xerzanê li qada Sasonê şehid ket.
15-25’ê Adarê 1998:
Konferansa 5’emîn a PKK´ê li Dibistana Navendî ya Partiyê bi navê “Konferansa Rojhilata Navîn” hate kirin. Konferansê pêşketinên siyasî û leşkerî, pratîka şêr a sala 1997’an nirxand, bi vî awayî şêwaza ku dide windakirin rexne kir, erkên pêvajoya nû plan kir. Rêbertî encamên li vir derketin wekî encam û biryara konfrensê kom kir û ji welat re şand. Xeta berxwedana sala nû şênber kir.
Adar-Nîsan-Gulan 1998:
Mêtîngeriya TC’ya faşîst di çarçoveya agahiyên ku ji Şemdîn Sakik girt bi mehan êrîşên berfireh yên leşkerî meşand. Di mehên Adar û Nîsanê de du car êrîşê qada Botanê kir. Pişt re li dijî qadên Ortasaha û Dêrsimê êrîş meşand. 20’ê Gulanê jî ji Heftanînê bigire heya Xakurkê li dijî hemû qadên Başûr êrîşekî berfireh pêşxist. Li dijî van êrîşan hemû hêzên me yên gerîlla bi lehengane li ber xwe dan û êrîşên heyî vala derxist. Bêguman vê, di serî de Rêheval Zelal(Nesîbe Axirman-14’ê Nîsan) û Selçûk(Enver Polat-11’ê Nîsan) li ser bingehê dayîna bi dehan şehîd bi ser xist. Rêber Abdulah Ocalan meha Hezîranê li Metîna Biryargeha Navendî kom kir û anî ziman ku şer ne li ser xeta têkçûnê ne jî li ser xeta serkeftinê ye, ne ew mil ne ev mil, pata ye. Ev riya dejenerebûnê vedike, lazim e vê rewşê biguherînin, ji bo vê jî wê PKK pêvajoya guhertin û veguhertineke berfireh jiyan bike. Diyar kir ku wê erkê Biryargeha Navendî jî bi xwe bide meşandin. Lazim e hemû kes awayekî bi hêz Rêbertiyê bişopîne. Bi awayekî vekirî peyama pêvajoyeke nû ya guhertinê da.
17’ê Hezîranê 1998:
Rêheval Serhildan(Sema Yûce) di zindanan de xwedî li Serokatî derket, helwest pêşxist, bi gotina “li ser rûyê esman du roj nabe” li dijî tasfiyegeriyê roja 8’ê Adarê bedena xwe da ber agir û birîndar bû, pişt re roja 17’ê Hezîranê şehîd ket. Xwestibû bi çalakiya xwe di navbera roja 8’ê Adarê û Newroz de bibe pirek.
30’ê Tîrmehê 1998:
Endamê rûmetê yê Komîteya Navendî ya PKK´ê û Fermandarê Botanê Rêheval Rojhat Blûzerî(Lezgîn Yorgun), di ava Botan-Masîro de şehîd ket.
1’ê Îlonê 1998:
Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan roja 29’ê Tebaxê bi riya Med TV bi destpêkirina 1’ê Îlonê re îlana agirbestê ragihand. Ev dibû agirbesta yekalî ya 3’yêmîn ku ji hêla Rêber Apo û PKK’ê ve hatibû îlan kirin. Li ser vê bingehê bangawazî hate kirin ku gerîla û gel helwest û sekneke rast nîşan bide û herkesê eleqeder jî ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk a Pirsgrêka Kurd berpirsyar tevbigere û rol bilîze. Rûxmê ku agirbesta sêyemîn bû dîsa jî bandor û hêviyeke mezin çêkir. Di esas de agirbesteke yek alî jî bibe, li ser navê TC’yê hejmareke zêde sivîl, leşker daxwaza agirbestê kiribûn û li ser esasê tiştên bêne kirin sozan dabûn. Ango di fermiyetê de yek alî jî bibe, di esas de ji aliyê pratîkî ve agirbesteke du alî bû. Bi vî awayî di asteke de bandora gengeşiya şer hate kêmkirin.
17’ê Îlonê 1998:
Li Washîngtonê di bin çavdêriya Wezîrê Karên Derve yên Amerîkayê M. Albright de Serokê YNK´ê Celal Telebanî û Serokê PDK´ê Mesût Berzanî peymanek mohr kirin. Peyman ji PKK’ê re digot “Rêxistina Terorê” û dixwest “ji Başûrê Kurdistanê derkeve.” Bi vî awayî li dijî PKK´ê ji Amerîkayê alîkarî xwestin û plana komploya Amerîkayê didan destpêkirin. Rêveberiya Amerîkayê peymana heyî di êrîşê komployê de li dijî Rêber Apo û PKK´ê wekî bingeheke hiquqî bikaranî.
18-22’yê Îlonê 1998:
Konferansa 1’emîn a Gaziyên PKK´ê li qada Qendîl-Şehîd Harun hate kirin. Rêber Abdulah Ocalan ji Konferansa Gaziyan re peyameke pir berfireh şand û Gaziyan wekî “Şehîdên Jiyan dikin” pênase kir, li ser vê bingehê xwest xwedî li erk û berpirsyariyên xwe derkevin.
9’ê Cotmehê 1998:
Ji ber daxwaza Rêveberiya Suriyeyê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji Suriyeyê derket. Bi balafirê çû Atîna, paytexta Yewnanîstanê. Lê rûxmê ku ji hêla Rêveberiya Yewnanîstanê ve hatibû gazî kirin ketina wî ya Yewnanîstanê ji hêla Şefa Îstîxbarata Yewnanîstanê ve hate asteng kirin. Bi vî awayî mecbûr kirin ku vegere Suriyeyê. Ger veger çêbûya bi îhtîmaleke mezin wê ji hêla hêzên komploger ve li ser Behra Spî hatiba lêdan. Ji ber vê Rêber Abdulah Ocalan venegeriya, ji bo çûyîna Rusyayê derfet çêkir û bi balafirê çû Moskova, paytexta Rusyayê. Bi vî awayî hem pêvajoya komployê bi fermî destpêkir, hem jî plana îmhakirinê ji hêla Rêbêr Apo ve hate xirakirin. Biryara komploya navnetewî li dijî Rêber Abdulah Ocalan êrîşê tinekirin û îmhayê ye, ev biryar ji hêla DYA, Brîtanya û Îsraîlê ve hate girtin. Rêveberiya Amerîka jî plana vê biryarê meşand. Di komployê de li Misrê Rêveberiya Hûsnû Mûbarek, Rêveberiyên Yewnanîstan, Rusya û Kenyayê roleke çalak lîstin. Rêveberiya Amerîkayê ji kî alîkarî xwestibe bersiva alîkariyê girt.
9’ê Cotmehê 1998:
Rêheval M.Halît Oral komploya navnetewî bi hemû hebûna xwe ve hîs dikir, ji ber vê li zindana Elbîstanê bi dirûşmeya ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ bedena xwe da ber agir. 25’ê Cotmehe jî li girtîgeha Mîdyadê Rêheval Rotînda(Aynûr Artan) bi heman dirûşmeyê bedena xwe da ber agir. Beriya vê jî Rêheval Sema Yûce û Fîkrî Baygeldî li dijî nêzîkatiyên tasfiyeger bi çalakiyên xwe, xwedî li Rêber Apo derketibûn. Bi vî awayî xet û dirûşmeya têkoşîna li dijî komployê diyar bibû. Pişt re Reheval Tayhan, Jêhat, Rojbîn, Şaristan, Berwar, Berbang jî di navê de 63 şoreşger û welatparêz cihê ku lê bûn heman berxwedan bilind kirin.
11’ê Mijdarê 1998:
Rêber Abdulah Ocalan ji Rusyayê derket, bi balafirê çû Roma, paytexta Îtalyayê. Di esas de Meclîsa(Duma) Rusyayê mafê îltîcayê dabû. Lê li beramberê dayîna ‘Projeya Mavî Akim’ Rêveberiya Rusyayê xwest Rêber Apo ji Rusyayê derkeve. Ji ber ku Rêveberiya Îtalyayê germ nêzîk dibû Rêber Abdulah Ocalan jî bi awayekî nîv-fermî çû Romayê.
16’ê Çileyê 1999:
Dema Rêveberiya Îtalyayê ji ber helwestên neyînî yên Rêveberiyên Elmanya û Fransayê kete zehmetiyê Rêber Abdulah Ocalan derketina ji Romayê rastir dît û dûbare çû Rusyayê. Di esas de ev planek bû ku di navê de xiyanet jî hebû. Ji Rêbertî re gotin “ji hêla Hikûmeta Rusyayê ve xwestekên te hatin pejirandin.” Bi vî awayî Rêber Apo vegeriya Rusyayê. Li ser vê bingehê wextê kete Moskovayê kete bin kontrola CIA´yê û demekê li Moskova û Tacikîstanê hate girtin.
1-2’yê Sibatê 1999:
Qaşo li ser bingehê pejirandina Rêveberiya Yewnanîstanê Rêber Abdulah Ocalan birin Yewnanîstanê. Xwestin li Rusyaya Spî û Girava Korfuyê 2 caran îmha bikin. Piştî ku ev hewildan neçûn serî, bi navê Hikûmeta Yewnanîstanê bi soza ku “Em ê te bibin Başûrê Efrîqayê” 2’yê Sibatê birin Sefareta Yewnanîstanê ya Naîrobî ya paytexta Kenyayê. Di esas de Rêber Apo dixwest biçe Holanda û li Laheyê doz veke.
15’ê Sibatê 1999:
Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di encama li hev kirina CIA-MÎT û bi “erê” kirina Rêveberiya TC’yê li balafirgeha Naîrobiyê teslîmê kontrgerîlayê Tirkan kirin. Li vir li hev kirina herî esasî; ji bo rûxandina Rêveberiya Sedam Huseyîn dema Amerîka êrîş kir piştgirî dayîna Dewleta TC’yê bû. Rêber Apo bi balafireke ku ji hêla TC’yê ve hatibû îcarkirin ji Kenyayê girtin ser Misrê re anîn Stenbolê. Bûyer ji aliyê Serokwezîrê TC’yê Bûlent Ecevît ve roja 16’ê Sibatê di saet nehan de bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re hate ragihandin. Gelê Kurd dema bûyerê bihîst li çar parçeyên Kurdistanê û li çar aliyê dinyayê rabû ser piyan. Di bin pêşengtiya rêxistina ciwanên welatparêz-şoreşgerên Kurdistanê de ku navê xwe kiribû YCK, li her qadê çalakiyên bi bandor hatin kirin û zirarên mezin dane komplogeran. Çalakiyên fedaî yên Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin belavê li her cihî bûn. Gerîla rûxmê şertên giran yên zivistanê di serî de li Amed û Mêrdînê li piraniya qadên Kurdistanê di bin pêşengtiya Rêheval Şehîd Amed û Şehîd Felat de kete nav tevgerê. Rêheval Ferhat, Dîlan, Xebat jî di navê de çalakiyên fedaî hatin kirin. Li Rojhilatê Kurdistanê gel di çalakiyên li dijî komployê de 37 şehîd dan. Li Silêmaniyê ji pêncî hezarê zêdetir mirov xwepêşandana şermezarkirinê kir. Li vir endamê Partiya Sosyalîst welatparêzê bi navê Sîrvan Rauf bedena xwe da ber agir û şehîd ket. Li dijî komployê tenê li Rojavayê Kurdistanê ji hezarî zêdetir ciwan wekî fedaî tevlê gerîla bûn. Di encamê de navenda ku komployê bi rê ve dibir li xwe mikûr hat û got “Em li bendê nebûn ku di vê astê de bertek çêbin.” Gel 15’ê Sibatê wekî “Roja Reş” pênase kir. Rêber Abdulah Ocalan ev roj wekî “Roja Qirkirina Kurd” îlan kir.
12’ê Çile-18’ê Sibat 1999:
Kongreya 6’emîn a PKKê bi tevlêbûneke berfireh li Xinêrê hate kirin. Rebêr Abdulah Ocalan piştî ku agirbest îlan kiribû partiyê arasteyê Kongreya 6’emîn kiribû. Dixwest bi biryara Kongreyê guhertina stratejiyê bi lez pêk bîne. Agirbesta heyî li dijî komployê têkoşînê lawaz dikir. Ger rast hatiba bikaranîn, hebûna kongreyê ji hêla pêşxistina têkoşîn û fêmkirina komployê ve dikariya bibûya şansek. Lê kongre ji êrîşê komployê zêdetir peyama “Dewletbûnê” bihîst û kete nava nîqaşa desthilatê, bi vî awayî bi demê re ji rastiya Serokatî û ji têkoşîna li dijî komployê qut bû. Piştî 16’ê Sibatê ji komployê agahdar bû, rojên 17-18’ê Sibatê komployê nirxand û li dijî komployê berxwedana topyekûn plan kir, bi hilbijartina Komîteyeke nû ya Navendî xebatên xwe temam kir. Yê herî rast Kongreya 6’emîn di rojên 17-18’ê sibatê de wekî xebatekî du rojî girtina dest e.
2-12’ê Adarê 1999:
Kongreya 2’yemîn a Jina Azad li Xinêrê hate kirin û biryara damezrandina “Partiya Jinên Karkerên Kurdistanê(PJKK) da. Bi vî awayî tevgera jina azad dibû partî û şûna YAJK’ê, PJKK digirt. Lê kongre di şertên komployê de pêkhat û hin pirsgrêk hatin jiyîn, rewşeke bi nîqaş derkete holê.
1-4’ê Gulanê 1999:
Wekî kordînasyona Komîteya Navendî, Konseya Serokatiya PKK´ê hatibû avakirin, ev konsey kom bû û li dijî komployê têkoşîna dihate meşandin nirxand. Piştî orteya meha Adarê Rêber Abdulah Ocalan bi parêzeran re hevdîtin kir. Rêber Apo di meha Nîsanê de bi riya parêzerên xwe xwestibû “Çalakiyên li dijî sivîlan bêne rawestandin.” Derveyî vê bi Rêber Apo re têkilî hatibû danîn û Dewleta TC’yê planeke dadgehê belav kiribû. Konseya Serokatî van pêşketinan berbiçav girt û teqtîka berxwedana fedaî ya topyekûn guhert. Ji xeynî çalakiyên hêzên çekdarî xwest çalakiyên din bêne rawestandin, pêvajoya dadgehê ji nêz ve bê şopandin û ji aliyê civakê ve ji bo fem kirina helwesta Rêber Abdulah Ocalalan kar meşandinê kire sekneke esasî. Vê helwestê Rêber Apo jî bi riya parêzeran erê kir.
24’ê Gulanê 1999:
KNK(Kongreya Netewî ya Kurdistanê) li Amsterdam, paytexta Holandayê bi lijneya ewil re hate avakirin. Xebatên amadekariya Kongreya Netewî Rêber Abdulah Ocalan organîze kiribû û bi riya vê kongreyê dixwest xebatên çareseriya siyasî ya demokratîk ên pirsgrêka Kurd bimeşîne. Lê êrîşên komploya navnetewî fersend neda. Civata ku amadekariya vê dikir piştî komployê damezrandina xwe pêkanî û li ser vê esasê li gorî hêza xwe hewilda di têkoşîna li dijî komployê de rol bilîze.
31’ê Gulanê 1999:
Rûniştinên Îmraliyê di bin zexta giran a derûnî û gefa fîzîkî de dest pê kirin. Pir derdor hebûn dixwestin Rêber Apo û tevgera me bikêşin nava berxwedaneke têkder(uzlaşmaz). Piranî jî digotin wê PKK heya meha Tebaxê ji holê rabe. Rêber Abdulah Ocalan parastineke nivîskî ya 25 rûpelî bi sernivîsa “Di Pirsgrêka Kurd de Danezana Çareseriya Demokratîk” amade kiribû. Di destpêka dadgehê de peyama çareseriya siyasî û peyama dan û standinê da. Ji kesên ku di şer de xizmên xwe winda kirine lêborînê xwest û bangawaziya aştiyê kir. Li dadagehê mafê xwe yê parastinê bi devkî bikaranî û seknên ji aşitiyê re, dan û standinê re girtîne rexne kir. Diyar kir ku bi xwe hertim ji bo vê vekirî bûye.
29’ê Hezîranê 1999:
Wekî dihate texmînkirin, dadgeha Îmraliyê cezayê darvekirinê da. Rêber Abdulah Ocalan li dijî biryarê got “Ez sûcê xayîntiyê welat qebûl nakim, me têkoşîna demokrasiyê meşand.”
9’ê Tîrmehê 1999:
Endamê Komîteya Navendî ya PKK´ê û Fermandarê Eyaleta Koçgiriyê Rêheval Ayhan(Ağa Kahraman), li qada Tokat-Reşadiyeyê di pêvçûna dijmin de bi komekî heval re şehîd ket.
17-23’yê Tîrmehê 1999:
Li ser esasê peyama ji Rêber Abdulah Ocalan hatî, Komîteya Navendî ya PKK´ê kom bû û pêşniyarê nîqaş kir. Rêber Apo li dijî biryara darvekirinê di çarçoveya têkoşînê de dixwest “Piştî 1’ê Îlonê agirbest çêbe û gerîla xwe bikêşe qadên derveyî sînor.” Li ser vê bingehê civîna Komîteya Navendî plana xwe çêkir û ji Rêber Apo re ragihand ku “Amade ye.”
2’yê Tebaxê 1999:
Rêber Abdulah Ocalan “Ji bo piştî 1’ê Îlonê bikeve meriyetê bangawaziya agirbesta bêdem kir û xwest gerîla xwe bikêşe derveyî sînor.” Rêveberiya PKK´ê got “Em ê li gorî vê bangawaziyê tevbigerin û pêk bînin.” Bi vî awayî pêvajoya agirbesta çaremîn û derketina derveyî sînor a gerîla destpêkir. PKK, di heman demê de ji bo van veguherîne biryareke stratejîk, kete nava pêvajoya amadekariya Kongreya 7’emîn a awarte. Lê hem ji ber zêdebûna hêz di demeke kurt de xwe paş ve kêşan gengaz nebû, hem jî rewşeke wiha wê ji hêla ewlehiyê ve bibûya pirsgirêk. Ji ber vê, tu wextê eyaletên gerîlayan bi temamî nehatin valakirin. Komên biçûk xwe kêşan çiyayên bilind. Bi vî awayî hebûna xwe parastin.
1’ê Cotmehê 1999:
Rêber Abdulah Ocalan li dijî biryara darvekirinê ji bo bi hêzkirina têkoşînê xwest du komên bi navê “Komên Aşitî û Çareseriya Demokratîk’ vegerin Tirkiyeyê. Rêveberiya PKK´ê, yek ji çiya(1’ê Îlonê) û yek jî ji Ewropayê(29’ê Cotmehê) du kom amade kir şand Tirkiyeyê. Komên çûn destpêkê baş hatin pêşwazîkirin, lê pişt re ji ber tawanên “Endamtî û rêvebertiya rêxistina terorê” hatin cezakirin.
2-23’yê Çileyê 2000:
Kongreya Awarte ya 7’emîn a PKK´ê bi tevlêbûna 197 delegeyan li Qendîl-Dola Kokê hate kirin. Rêber Apo ji Kongreyê re çarçoveyeke çar rûpelî pêşkêş kir. Dema Kongreya PKK´ê dest pê dikir, Rêveberiya TC’yê jî mijara biryara darvekirinê nîqaş dikir. Hikûmeta Koalîsyonê ya ji DSP-MHP-ANAP pêk dihat, piştî hilbijartina pêşwext a 18’ê Nîsana 1999’an hatibû damezrandin, Roja 11’ê Çileyê Hikûmetê diyarkir ku “Wê biryara darvekirinê neşînin meclîsê, li serokwezîrtiyê bigirin.” Ev daxwuyanî dihat wê wateyê ku biryar nayê pêkanîn. Li beramberê vê biryarê Kongreya PKK´ê jî biryara ji nû ve sazbûn û guhertina stratejîk da. Diyar kir ku wekî Tevger wê bi stratejiya têkoşîna siyasî ya demokratîk kar bike û bingehê rêxistinbûna xwe jî li gorî vê biguherîne, ji nû ve saz bike. Li ser vê bingehê Kongreya 7’emîn a Awarte di asteke jor de bû “Kongreya ji nû ve înşa û guhertinê.” Di program, rêzikname û remza PKK’ê de guhertin hatin kirin. Navê ARGK´ê hate rakirin, bi navê Hêzên Parastina Gel-HPG ji nû ve biryara sazkirina gerîla hate girtin. Dîsa navê ERNK´ê hate rakirin, xwestin tevgera girseyî di nava ‘Yekîneyên Girseyî yên Demokratîk’ de bêne rêxistin kirin. Ser heft rehendan plana xebateke stratejîk hate amade kirin. Wekî pênaseya giştî, têgehên guhertinê bi tegeha “Guhertina demokratîk” hatin ziman, lê ji vê têgehê hemû kes heman tiştî fêm nedikir, ji ber vê yekê di nava partiyê de ferasetên ji hev pir cuda hebûn. Hinekan digot “Bûn partiya sosyal demokrat.” Hinekan jî digot “wê komplo pirsgrêka Kurd çareser bike, ji ber vê yekê lazim nake li dîjî komployê têkoşîn bê kirin, ger bê kirin wê şaş bibe. Ezezîtî bi hêz dibû, hesabên şexsî derdiketin pêş. Bi kurtî yekbûn hebe jî di feraset de yekbûn tune bû. Kongre bi hilbijartina Komîteyeke nû ya Navendî erkê xwe temam kir, lê pirsgrêkên bingehîn û zehmetî eyni wekî piştî Kongreya 2’yemîn di nava rêveberiya hate hilbijartin de hate jiyîn.
4’ê Gulanê 2000:
YNK, bi lihevkirina bi Îranê û têkiliya TC’yê re bi armanca dorpêçkirina hêzên PKK´ê yên li Qendîlê operasyoneke leşkerî da destpêkirin. Rûxmê hemû hişyariyan YNK´ê dorpêça xwe domand û nêzî payîzê dorpêça xwe tundtir kir. Roja 14’ê Îlonê li dijî hêzên li Qeredaxê êrîş pêşdixe, roja 19’ê Îlonê 7 PKK’yiyan qetil dikin. Dewleta Îranê jî fersenda derketiye holê dît û kete dewrê, ji bo teslîmgirtina hêzên PKK´ê tevgereke leşkerî dide destpêkirin. Rêveberiya PKK´ê rewşê nirxand û hinek dereng ketibe jî vê plana xeter dît. Ji bo bê bandorkirina YNK û destxistina Qendîlê, plana operasyoneke şoreşgerî pêşxist. Di dawiya Îlonê de bi hemleyeke du rojî hebûna YNK´ê hate şikandin û Qendîl hate girtin. Piştî mijûlkirinên Îranê destpêka Kanûnê ji bo vegerandina Qendîlê YNK´ê êrîş kiribe jî serkeftî nebû. Bi vî awayî Qendîl kete destê PKK´ê û ji bo xebatên xwe sazkirinê, înşayê bingeheke baştir derxist holê. Ev şer yek ji wan biryarên girîng e ku Rêveberiya PKK´ê daye. Pêngav bi xwîna derdorê 100 şehîdên qehreman gihişt serkeftinê.
15’ê Hêzîran-2’yê Têrmehê 2000:
Li parçeyên Kurdistanê lazim e rêxistinkirina gel û xebatên girseyan çawa bibin? Ji bo niqaş kirina vê Konferansa Rojhilata Navîn a PKK´ê li Qendîlê hate kirin. Konferans li hemû parçeyên Kurdistanê damezrandina partiyên siyasî yên demokratîk pêwîst dît û li ser vê bingehê program û rêziknameyan jî amade kir. Lê ji ber hesabên tasfiyeger ên Ferhat heya payîza 2003’an jî nekete pratîkê.
29’ê Tîrmehê-21’ê Tebaxê 2000:
Kongreya 3’yêmîn a Jina Azad li Qendîlê hate kirin. Hem pêşketinên siyasî-leşkerî, hem jî pirsgrêkên rêxistinî-bîrdozî hatin nîqaşkirin û biryarên girîng hatin girtin. Ezezîtiya burjuvayê-biçûk hate rexnekirin û li ser vê esasê hate mehkûm kirin. Navê PJKK´ê wekî Partiya Jinên Azad-PJA hate guhertin.
21-30’ê Tebaxê 2000:
Civîna berfirehkirî yê Komîteya Navendî ya PKK´ê (Meclîsa PKK) li Qendîlê hate kirin. Piştî Kongreya 7’emîn a Awarte xebatên hatine meşandin û pêşketinên çêbûne hatin nirxandin. Li ser encamên Konferansa Rojhilata Navîn û Kongreya Jinê seknandin çêbû. Hesabên tifaqa Îran û YNK´ê hate nirxandin, ger helwesta xwe neguherînin biryara pêngava girtina Qendîlê hate girtin. Pirsgrêkên bîrdozî-rêxistinî û di şêwaza rêveberiyê de ezezitî hate rexne kirin, dabeşiya kar ji nû ve hate destgirtin. Hate diyarkirin ku perwerdeya kadro û xebata teorîk ji hêla Kordînasyonê ve bê kirin. Civîn di Rêveberiya Partiyê de kombûnek da çêkirin. Piştî civînê bi YNK´ê re şer pêşket û encamen girîng hate girtin.
13-16’ê Adarê 2001:
Li Qendîl-Dola Kokê beşekê ji Rêveberiya Partiyê civîna rêveberiya teng kir. Civîn piştî şerê YNK´ê pêşketin û xebatên pêvajoya zivistanê nirxand. Di çarçoveya têkoşîna siyasî ya demokartîk û asta hemleyan de biryara rêxistinkirin û meşandina çalakiyên gel hate girtin. Dîsa di astên cuda cuda de û ji bo meşandina xebatên di çarçoveya Plannameya Kongreya 7’emîn de biryara pêşxistina saziyên rêxistinî yên pêwîst girt. Li ser vê bingehê havîna 2001´an ji hêlêkî ve bi pêngavên serhildanên demkurt derbas bû, ji milêkî din ve jî di çarçoveya konferansên rêxistinî yên ji nû ve înşayê derbas bû.
28’ê Gulanê-8’ê Hezîranê 2001:
Konferansa 1’emîn a Weşan-Çapemeniya PKK´ê li Xinêrê hate kirin. Rabirdûya xebatên ajîtasyon-propagandayê hatin nirxandin û ji bo bi rêxistinî û bi bandortir bê meşandin Yekîtiya Ragihandina Demokratîk-YRD hate damezrandin. Biryara vekirina Akademiya Çapemeniyê ya Gurbetelî Ersoz hate dayîn. Bi plan kirina xebatên bêne meşandin civîn hate bi dawi kirin.
20’ê Hezîran-2’yê Tîrmehê 2001:
Konferansa 1’emîn a Tevgera Gel li Qendîlê hate kirin. Piştî Kongreya 7’emîn xebatên cemawerî wekî “Tevgera Gel” tê pênase kirin û ji navendekî dihate birêvebirin. Konferans xebatên cemawerî, erkên rêxistinbûna roja me ya îro û çalakiyê niqaş kir. Encamên Konferansa Rojhilata Navîn diviyabû hatiba pêkanîn, lê vê taloq kir. Ji hêla Ferhat ve hertim li ser xebatên Tevgera Gel rûxarîbûn, tengbûn, ji xeta bîrdozî dûrbûn hate ferzkirin.
28’ê Hezîranê-12’ê Tîrmehê 2001:
Konferansa 1’emîn a gerîla ku bi navê Hêzên Parastina Gel-HPG ji nû ve înşaya gerîla dabû destpêkirin bi tevlêbûna 194 delegeyan li Qendîlê hate kirin. Talîmatnameya(yönetmelik) HPG´ê hate amadekirin û pejirandin. Li ser vê bingehê biryargehbûn, perwerde, yekbûn, pergalên kol hatin zelalkirin û Biryargeha Navendî ji nû ve hate rêxistinkirin. Li çiya biryara damezrandina Akademiya Leşkerî ya Mahsum Korkmaz hate dayîn û li ser vê bingehê fermandar perwerdekirin, bi vî awayî xwe gihandina yekbûna şêwaz hate hedef kirin. Wekî gerîlabûna jin rêxistinkirina YJA-Star hate plan kirin. Li ser bingehê perwerdeyeke berfireh û bi plana ji nû ve sazbûnê konferans temam bû.
10-21’ê Tîrmehê 2001:
Konferansa 1’emîn a Çand û Hunerê ya PKK´ê li Xinêrê hate kirin. Rewşa xebatên çand û hunerê hate nirxandin. Li ser vê esasê ji bo bi rêxistinî û bi bandortir kar bê meşandin Tevgera Demokratîk a Çand û Hûnerê-TEVÇAND hate damezrandin. Biryara vekirina Akademiya Çand-Hunerê ya Şehîd Sefqan hate dayîn. Bi derxistina planeke berfireh a xebatê konferans temam bû.
5-22’yê Tebaxê 2001:
Konferansa 6’emîn a PKK´ê bi tevlêbûna 138 delegeyan li Qendîl-Dola Kokê hate kirin. Ji hêla Rêber Abdulah Ocalan ve parastina berga yekemîn ku ji DMME’yê re hate pêşkêş kirin bi navê “Ji Dewleta Rahîp a Sûmer ber bi Şaristaniya Demokratîk ve ” hate xwendin. Konferans nirxandina pêvajoyê kir. Di çarçoveya ji nû ve înşayê de encamên konferansan û rêxistinbûnên nû yên hatine damezrandin hatin erêkirin. Planeke nû ya xebatê amade kir. Di beşa dabeşiya kar de hin guhertinan kir, Kordînasyona Partiyê ku berî bi Rêveberiya Qada îdeolojîk re yek bû bi Rêveberiya Tevgera Gel re kire yek. Di konferansê de pêvçûn-gengeşiya hin nêzîkatiyên bi hesap û ezez pêşketin. Ferhat, xwest pîvanên kadroya milîtan a fedaî û pispor ên Partiyê têxe pivanên welatparêziyê, vê jî ser platforma konferansê ferzkir. Lê Konferansê ew feraset red kir.
11’ê Îlonê 2001:
Rêxistina El-Kaide bi balafirên qorsan li Amerîkayê li Quleyên Cêwî da. Amerîka vê wekî fersend dît û di çarçoveya Şerê Kendavê de ku deh sal beriya niha Rojhilata Navîn tijî leşker kiribû; 2002’an de Efqanîstanê, piştî 20’ê Adarê 2003’an jî li Bexdayê bi riya vê hêzê mudexeleya leşkerî pêşxist. 9’ê Nîsanê Rêveberiya Sedam Huseyîn rûxand û Bexdayê girt. Ev mudexeleya leşkerî, di heman demê de li dijî hêzên din ên herêmê jî bi mudexeleyên siyasî û bîrdozî hatin berfirehkirin. Vê rewşê tasfiyegeriya 2002-2004’an ku ser PKK’ê dihate ferz kirin bi wêrek kir, hêz da û yekser araste kir.
28’ê Îlonê 2001:
Rêber Abdulah Ocalan di nava şertên pergala îşkenceya Îmraliyê de encamên xebatên xwe yên lêkolînê di bin navê sernivîsa “Ji Dewleta Rahîp a Sûmer Ber Bi Şaristaniya Demokratîk Ve” di pirtûkêkî dû bergî de kom kir û ji Dadgeha Mafên Mirovan ên Evprupayê-DMME’yê re pêşkêş kir. Berga Parastina yekem di meha Tebaxê de, berga duyem jî di meha Cotmehê de gihişt Partiyê. Rêber Apo, ji hêla dîrokî ve şaristaniya dewletparêz a navendî û kaos-qeyrana wê ya îro dinirxîne, tespît dike ku demokrasiya Ewropayê vê kaos û qeyranê nikare derbas bike. Li ser vê bingehê diyar dike ku pêwistî bi pêşketina şaristaniyeteke nû ya demokratîk heye. Vê jî bi formûla “Kurdistana Azad-Rojhilata Navîn a Demokratîk” datîne holê, li ser vê esasê dibêje; yê pirsgrêka Kurd bibe çareseriyê dikare li Rojhilata Navîn jî pêşbikeve. Di vê çarçoveyê de diyar dike ku formûla pêşniyara Yekîtiya Ewropayê ya “Mafên Şexsî” ji pirsgrêka Kurd re nabe çareserî, siyaset û fikra Hikûmeta Bûlent Ecevît ku çareseriyê di ketina Yekîtiya Ewropayê de dibîne vala derxist, bi vî awayî li Îmraliyê polîtîkaya rizandinê têk bir. Li ser vê bingehê dîroka Kurdistanê û ferasetên li Kurdistanê careke din jî dinirxîne, ji ber vê PKK’ya ku di xwe de meyla azadiya gel dihewîne buhrana îdeolojîk jiyan dike. Diyar kir ku derveyî Başûr dikarin navê wê biguherînin. Di zivistana 2001-2002’an de hemû kadroyan li ser Parastina Serokatî xebateke berfireh a perwerdeyê meşandin. Vê perwerdeyê Partî li ser piyan girt.
…Sibat 2002:
Komîteya Navendî ya PKK´ê li Qendîlê civîneke teng kir. Wê di çarçoveya Parastina DMME´yê ya Rêber Apo amadekiriye de çi bê kirin, li ser vê esasê nirxandinan pêşxist. Di encamê de 4’ê Nîsanê biryara komkirina Kongreye nû ya Partiyê da û ji bo vê xebatên amadekariyê plan kir.
2-16’ê Adarê 2002:
Li Başûrê Kurdistanê kongreya bi armanca damezrandina partiya cemawerî ya demokratîk kombûye damezrandina Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê-PÇDK pêk anî.
4-10’ê Nîsanê 2002:
Kongreya 8’emîn a PKK´ê bi tevlêbûna 285 delegeyan li Qada Qendîl-Şehîd Harûn hate kirin. Di Kongreyê de navê PKK wekî Kongreya Azadiya Demokratîk a Kurdistanê-KADEK hate guhertin. Li ser vê bingehê guhertinên di Program û Rêziknamê de hatine kirin hatin erêkirin. Bi taybetî li Bakur ji bo bikarin bi bandortir têkoşîna jin, ciwan û rêxistinbûnên serhildanan pêşbixin biryar hate girtin ku ev rêxistinbûn wekî partiyên şoreşger a îlegal bêne destgirtin. Kongre planeke nû ya xebatê avakir û Navenda KADEK’ê hilbijart. Ferhat, xwesteka xwe ya guhertina pîvanên kadroya milîtan a fedaî-pispor pêşkêşê platforma kongreyê jî kir, lê platforma kongreyê vê pêşniyarê li ser piyan bi çepikan careke din red kir. Dîsa Ferhat xwest ‘Pergala Kordîneya Bi Bandor’ di rêziknamê de cihê xwe bigire, ev pêşniyar hate pejirandin. Navenda KADEK’ê piştî kongreyê kom bû, hejmara Konseya Serokatî derxiste nehan û wekî Kordîneya Bi Bandor Hevalê Cuma erkdar kir. Piştî vê xebatên Ferhat ên li ser esasê dijîtiyê bi rêxistinîtir pêşketin. Dema encam ji Rêber Abdulah Ocalan re hate pêşkêş kirin, Rêber Apo zêde germ nêzîkê navê KADEK nebû.
27’ê Gulan-10’ê Hezîran’ê 2002:
Kongreya 4’emîn a Jina Azad bi tevlêbûna 267 delegeyan li Qada Qendîl Şehîd Harûn hate kirin. Di çarçoveya rêxistinbûna PJA’yê de pêşketin hatin nirxandin, pirsgirêk hatin nîqaş kirin. Di pêvajoya Kongreyê de roja 7’ê Hezîranê delegeya Kongreyê Rêheval Gulan (Fîlîz Yerlîkaya) hate qetil kirin. Herçiqas kujer nehatibe zelal kirin jî, êrîş li dijî tevgera jina azad, partî û Rêbertiyê wekî êrîşekî tasfiyeger pêşket. Tasfiyegerî bi bikaranîna vê bûyerê xwest tevgera jina azad hertim di bin zextê de bihêle.
2’yê Tebaxê 2002:
Hikûmeta koalîsyonê DSP-MHP-ANAP di çarçoveya xebatên ketina Yekîtiya Ewropayê de ji qanûna bingehîn û zagonan cezaya darvekirinê derxist, şûna wê cezaya “Muebeta girankirî ya zindanê” anîn. Bi vê awayî cezaya darvekirinê ya ji Rêber Apo re hatibû dayîn ji aliyê hiquqî ve guherî. Rêber Abdulah Ocalan ji pergala TC’yê rakirina cezaya dervekirinê ji hêla dîrokî û siyasî ve pir girîng dît, ji ber vê 2’yê Tebaxê wekî “Cejna Gul” îlan kir.
1’ê Îlonê 2002:
Meclîsa KADEK’ê li Xinêrê kom bû, li ser Rojhilata Navîn mûdexeleya leşkerî ya Amerîkayê û pirsgrêkên rêxistinî yên navxweyî nirxand. Li ser esasê xwesteka Rêber Apo biryara îlan kirina ‘Qadên Parastina Medya’ hate girtin. Bi taybetî girêdayê qada Bakur feraset û helwesta ku biryarên Kongreya 8’emîn pratîze nake rexne kir, diyarkir ku divê teqez biryarên Kongre bêne pêkanîn. Feraset û seknên oportûnîst, ezez, yê parçe dike di nava rêxistinê de rexne û mehkûm kir. Tasfiyeger ji van encaman tirsiyan, dibe ku partî ji wan hesap xwestiba, ji ber vê piştî civîna heyî hêzên xwe kirin yek, bi vî awayî xebatên xwe yên tasfiyegeriyê bi rêxistinîtir meşandin.
3’yê Mijdarê 2002:
Wekî planeke Amerîkayê hikûmeta koalîsyona di bin serokwezîrtiya Ecevît de hate rûxandin û li Tirkiyeyê hilbijartina pêşwext çêbû. Ji valatiya ku hêzên demokratîk-şoreşger afirandibûn AKP´ê sûd wergirt û bi piştgiriya Amerîkayê jî di hilbijartinê de bi ser ket. Di esas de rêxistina ku navê AKP girt, ji hêla Amerîkayê ve ji bo biserxistina komployê hate erkdarkirin.
3-9’ê Nîsanê 2003:
Meclîsa KADEK’ê li Qada Qendîl-Şehîd Harûn ji bo nirxandina êrîşê leşkerî ya Amerîkayê ku 20’ê Adarê li dijî Iraqê da destpêkirin civîn kir. Dema civîn xilas dibû Amerîka jî Bexdayê kontrol kir. Civîn li Rojhilata Navîn wekî çareseriya pirsgrêkan, ji kurtasiya Parastina DMME´yê ya Rêber Apo danezaneke belav kir. Tasfiyegeriya navxweyî, li ser esasê pêşketinên heyî Başûrê Kurdistan û Iraqê ji bo xwe kire navend.
Nîsan-Hezîran 2003:
Rêber Abdulah Ocalan di destpêka Nîsanê de dema bi parêzerên xwe re hevdîtin dike, diyar dike ku “bangawaziya xwe ya agirbestê ya 2’yê Tebaxa 1999’an paş ve dikişîne.” Di meha Hezîranê de jî “Parastina Atînayê” gihişte destê rêxistinê, li vir îşaret bi guhertina paradîgmayê dike, dixwaze KADEK û KNK bibin yek û bi vî awayî Kongra Gel avabikin.
…Tîrmeh 2003:
Konferansa 2’yemîn a Weşan-Çapemeniyê li Xinêrê hate kirin. Li qada çapemeniyê pirsgrêkên rêxistinbûn û perwerdeyê, li qadan rewşên xebatan, erkên rêxistinbûna tora nûçegihaniyê hatin nirxandin û li ser vê bingehê biryarên nû hatin girtin.
25-30’ê Tîrmehê 2003:
Civîna Meclîsa Berfirehkirî ya KADEK’ê li Qendîl-Dola Kokê hate kirin. Rojev rakirina agirbestê û bi navê Kongra Gel yek kirina KADEK û KNK’ê bû ku ji hêla Rêber Abdulah Ocalan ve hatibûn diyarkirin. Koma tasfiyeger vê rewşê ji bo xwe fersend dît, bi amadekarî hatibûn civînê. Dixwestin naverokê ji rastiyê dûr bikin û bi vî awayî encam bigirin. Kadro û rêveberiyên din jî bi parçe û ne amade bûn. Li ser vê bingehê nîqaşên dirêj, hişk û ne guncav çêbûn. Di encamê de bi ferzkirina koma tasfiyeger biryara di derbarê agirbestê de ji Kongra Gel re hate hiştin. Amadekariyên pêwîst hatin kirin û biryar hate dayîn ku Kongra Gel dawiya meha Cotmehê kom bibe. Ji bo vê Komîteyeke amadekar hate erkdar kirin ku di navê de endamê Konseya Serokatî cih nagirin. Biryar hate dayîn ku ji Parêzerên Serokatî du parêzer dawetê Kongra Gel bikin û derveyî vê Biryargeha Navendî ya HPG´ê bibin Behdînanê, Navenda Xebata Tirkiye (TÇM) jî bibin Xinêrê.
17’ê Tebaxê 2003:
Endamê Komîteya Navendî ya PKK´ê Rêheval Erdal(Engîn Sîncer), li Qendîlê di pîrozbahiyên Cejna 15’ê Tebaxê de bi qeza şehîd ket. Rêheval Erdal di civîna Tîrmehê de nêrînên tasfiyeger rexne kiribû û di Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê de erkdar bû.
7-16’ê Îlonê 2003:
Konferansa 2’yemîn a HPG´ê bi tevlêbûna 182 delegeyan li Qendîlê hate kirin. Li ser konferansê bandora giran a şahadeta Rêheval Erdal çêbû. Konferans pirsgrêkên bîrdozî, siyasî, leşkerî û rêxistinî nîqaş kir û biryarên pêwîst girt, planeke berfireh a xebatê amade kir. Çûyîna pêvajoya Behdînanê ya Biryargeha Navendî da destpêkirin. Li her qadê biryara rêxistinbûna parastina cewherî da û parastina cewherî wekî “Artêşa duyemîn” pênase kir.
15-21’ê Îlonê 2003:
Li ser bingehê rêzik û programên ku Konferansa Rojhilata Navîn amade kiriye, roja 15’ê Îlonê bi kombûna Kongreya Rojhilat, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê-PJAK û roja 21’ê Îlonê bi kombûna Kongreya Rojava, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hate damezrandin. Tasfiyeger xwestin di damezrandina partiyên parçeyan de bi bandor bibin û bixin destê xwe.
27’ê Cotmehê-6’ê Mijdarê 2003:
360 delegeyên KADEK û KNK’ê li Qada Qendîl-Şehîd Harûn bi armanca avakirina Kongra Gel civîna xwe ya ewil a Lijneya Giştî kir. Eleqeyeke zêde ji Lijneya Giştî re hebû. Feraseta tasfiyeger mohra xwe li pêvajoya amadekariyê dabû û bi amadekariyên cidî hatibûn civînê. Beramberê vê rêxistinbûn û amadekariyeke wisa yê kadro û reveberiyên din tinebû. Ji ber vê yekê rûxmê ku kadro û rêveberiya partiyê kûtleya mezin bûn, ji ber ku feraseta tasfiyeger xwe rêxistin kiribû bi hêztir xuya dikir. Li ser esasê biryar û xwesteka feraseta tasfiyeger, ewil tenê bi tevlêbûna kadroyên partiyê bi navê “Betalkirina PKK´ê” civîneke hate kirin. Li vir qaşo biryara “Betalkirina PKK´ê” hate girtin. Pişt re derbasê xebatên Lijneya Giştî ya Kongra Gel bûn. Di esas de feraseta tasfiyeger pir bi hêz nebû. Hêj pergala kongreyê fêm nekiribûn. Kongra Gel wekî rêxistinbûna partiyeke digirtin dest û li ser vê bingehê rêzikname amadekiribûn. Ji ber vê yekê hêj destpêkê rêziknameya hatibû amadekirin hate red kirin û ji bo lijneya duyemîn a giştî biryara “Amadekirin û anîna peymanekê” hate girtin. Tekane armanca tasfiyegeriyê pîvanên kadroya milîtan a fedaî-pispor ji holê rakirin û ji bo xwe pêşiya jiyana madî, şexsî vekirin bû. Ji bo vê bi navê “Projeya Reforma Sosyal” pêşnûmeyeke(tasarı) tasfiyeyê amade kiribûn. Lê Lijneya Giştî şûna vê pêşnûmeya ku ji aliyê komîsyonê ve hatibû amadekirin pêşnûmeya ji hêla Tevgera Jin ve hatibû amadekirin pejirand. Ferhadê tasfiyeger bi manewrayeke hostayane pêşniyara “yek kirina her du pêşnûmeyan” kir. Bi vî awayî pêşiya têkçûyîna tasfiyegeran girt. Pişt re derkete holê ku armanca esasî ya tasfiyegeran rêveberiyê, yanê tevgerê xistina dest e. Piştî ku ev hate fêmkirin di encama têkoşîna hate dayîn de tasfiyeger di hilbijartina rêveberiyê de jî tam negihiştin armanca xwe. Lê pîvanên exlaqî û kevneşopiyên tevgerê xira kirin, pêvajoya helandineke rêxistinî jî dane destpêkirin. Sekna ezez, dogmatîk û bêrêxistin nekarî rêxistinê ji zirar dîtinê biparêze. Civîn di nava rewşeke nexweş de çêbû û di encamê de bi hilbijartina Konseya Rêveberiyê temam bû. Heman rewş piştî lijneya giştî di civîna Konseya Rêveberiyê de jî berdewam kir. Li holê tevliheviyeke zêde û nediyariyeke mezin hebû. Piştî kongreyê hemû kes li gorî feraseta xwe çawa fêmkiribe dixwaze Kongra Gel têxe pratîkê. Komîteya Zanist-Hunerê bi nivîseke wekî nîv talîmat, bi sernivîsa “Lazim e Kongra Gel çawa fêm bikin” weşand û belavkir. Li Bakur û Ewrûpayê pêşiya tasfiyegeriyê sekinandin çêbûn. Civînên Kadroyan ên tasfiyegeriyê teşhîr dikin hatin kirin. Dema ji bo astengkirina van hewildanan Ferhadê tasfiyeger nekarî encam bigire dest ji çiya berda û reviya Iraqê. Rêveberiya hatiye erkdarkirin şûna ku di derbarê tiştên qewimînê de Rêber Apo agahdar bike bi vegerandina Ferhat re mijûl bû. Bêguman ev serkeftî nebû û bi vî awayî tevliheviya di nava rêxistinê de kûrtir kir.